6 4 2015, 18:21

Hevdîtinên li ser krîza Sûrî — `Moskowa-2` destpê kir

Hevdîtinên li ser krîza Sûrî — `Moskowa-2` destpê kir

Wezîrê Peywendiyên Derve yê kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê Abdulkerîm Omer dibêje, aliya kurd di civîna Moskow-2 de ne wekî Lêvegera Sîyasî ya Kurdî, lê belê wekî Rêveberiya Xweser di nava Desteya Hevrêziyê (Heyet Tensîq) a muxalefeta Sûrî de beşdarî dike. Omer dibêje, wan ti hêvî bi civînên Moskowê re girênedane, lê dîsa jî pê bawer e Rûsya dikare di çareseriya krîza Sûrî de rolekî giring bilîze.

Duyemîn hevdîtinên di navbera rêjîma Sûrî û muxalefeta hundurîn de li paytexta Rûsyayê Moskovê despê kir. Di hevdîtinên pêşîn de, ku meha kanûnê ya sala borî encam da bû, aliyan negihiştibû tu encamekî berbiçav. Vê carê çav li rê ye ku di van hevdîtinan de encamên erênî derkevin holê. Ji Rojavayê Kurdistanê şandeyekî ji pênc kesan bi serpereştiya serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Salîh Muslîm beşdariya hevdîtinên di navbera nûnerên hikûmeta Sûrî û opoezîsyona hindurîn de bike.

Gelo hêviya aliya kurd ji van hevdîtinan çi ye?

Peymanêrê radyoya Spûtnîk Kurdistan Sûltan Tamo di vê mijarê de nêrîna Wezîrê Peywendiyên Derve yê kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer pirsî:

Daxe

Abdulkerîm Omer dibêje, wan tu hêvî li ser civîna Moskowa-1 û Moskowa-2 girênedane, ji ber ku tu projeyên zelal ji bo çareserkirina krîza Sûrî pêşkêş nekirine: “ Tu mijarên berbiçav ku werin gotûbêjkirin di civîna Moskowş de tune ne. Ev hevdîtin wê bibe amadekirina bingehekî ji bo çareseriya krîza Sûrî, di riya hinek gavên mîna berdana girtiyên ji girtîgehan, sistkirina çembera li ser Sûrî û avakirina baweriyekê di navbera rêjîm û muxalefetê de. Lê belê me tu caran hêvî qut nekirine, û di hemû astan de bi armanca dîtina çareseriyê di civîn û konferansan de amade bûne”.

Di heman demê de Abdûlkerîm Omer tekez dike ku Rûsya di cîhanê de hêzeke mezin e û di çareseriya krîza Sûrî de dikare bibe xwedî roleke mezin: “Rûsya dewleteke mezin û xwedî bandor e li ser rêjîma Sûrî û dikare roleke erênî bilîze di çareseriyê de, bi taybet dema ku rêxistineke mîna DAIŞ derketiye. DAÎŞ xeteriyek li ser tevahî civaka navnetewî ye û pêwîste hemû civaka navnetewî ji Rûsya û Amerîka û Awrûpa alîkarbin ku Daiş were tunekirin, û kokên wê werin hişk”.

Abdulkerîm Omer amaje pê dike ku di civînê de aliya kurd ne wekî Lêvegera Sîyasî ya Kurdî, lê belê wekî Rêveberiya Xweser di nava Desteya Hevrêziyê (Heyet el-Tensîq) a muxalefeta Sûrî de tevlî civînê dibe.

 

 

 

  •  
    û parve bike