5 4 2015, 10:14

`Dibe ku Erdogan ji bo derxistina krîza “one minute” diçe Tehranê`

`Dibe ku Erdogan ji bo derxistina krîza “one minute” diçe Tehranê`

Di wê demê de ku ji ber krîza Yemenê Tirkiye û Îran hev du tawanbar dikin û peywendiyan her du welêt her ku aloztir dibin, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan plana serdana Tehranê dike. Heta hîn sîyasetmedarên îranî xwestin ku serdan bê betalkirin. Lê belê xuye ye, tevî her tiştî, serdana Erdogan wê pêk were.

Gelo, di zemîneke weha de hevdîtinên rayedarên du welêt wê çiqas berhemdar bin? Gelo, Enqere şûna ku dikare nevbeynkarî di navbera Tehran û Riyadê de bike, çima bû aliyek di aloziya şîe û sunniyan de? Gelo, rola Amerîkayê tê de heye ku Tirkiye bîryareke weha wergirtiye?
Endamê Komîsyona Makeqanûnê ya Palamnetoya Tirkiyeyê, sekreterê Koma Dostaniya Parlamnetoyên Tirkiye û Îranê Elî Ozgunduz li ser van mijaran nêrîna xwe ji Spûtnîk`ê re vegotin:

"Bê guman, di vê qonaxê de serdana Erdogan wê ne berhemdar be. Heta ez ditirsim ku serdana han peywendiyên Tirkiye û Îranê hê jî xeratir bike. Erdogan dikare bibe sedema krîzeke mîna `one minute` ya li Davosê. Dibe ku ev yek plankirî jî be. Gelo çima? Ji ber ku vê gavê hikumet û serokkomar bi tevayî di nava hevpeymaniya bi lîdertiya Suûdî, an ku di hevpeymaniya sunniyan de cih digrin. Û di mijara Yemenê de desthilata Tirkiyeyê Îran sucdar dike.
Erdogan di krîza Sûriyeyê de jî Îran sucdar dikir. Ev yek hemû tên wê wateyê ku niyeta Enqerê li hember Îranê ne pak e. Lewre, eger Erdogan li Tehranê jî krîzeke wekî `one minute` ya li Davosê derbixe, ewê hem beriya hilbijartinan bloka suniyan li Tirkiyeyê bikşîne bal xwe, hem jî xwe wekî lîderê cîhana îslamî ya sunniyan nîşan bide.

Mixabin, Tirkiye, a rast jî hikumeta AKP û serokkomar Erdogan siyaseta xwe ya derve li ser mezheba sunnitiyê dimeşînin. Dema ku şahê nû yê Suûdiyê Selman serokkomar Erdogan vexwend Riyadê, wî di heman rojê de serokkomarê Misrê Sîsî jî vexwendibû. Ew dewet bi zanebûn, wekî navbeynkariyekî di navbera Erdogan û Sîsî de hatibû plankirin. Ta duhî Erdogan û serokwezîr çi ji devê wan dihat, digotin li hember Sîsî, ku bi derbeyê leşkerî desthilata Mûrsî hilweşandibû. Lê îro li gel heman Sîsî di hevpeyamniya Suûdî, Qeter, Mîrgehên Erebî gelê Yemenê bombebaran dikin.

Bê guman, Erebistana Suûdî û cîhana Erebî bêyî îzna DYA nikarin gavekî wisa bavêjin. Aşkere ye ku Waşîngron dixwaze ku kontrola guzergehên enerjiyê bikeve destê hevpeymana wê, an ku Erebistana Suûdî. An jî bikeve destê hêzekî li Adenê, ya ku layengirê DAY be. Ji ber vê sedemê jî Yekîtiya Ereban bîryareke wisa girtiye".

  •  
    û parve bike