1 4 2015, 13:22

Mehmed Emin Kardaş: ` Ocalan dixwaze kurda bîne wê astê ku kurd azadî û serxwbûna Kurdistanê jibîr bikin`

Mehmed Emin Kardaş: ` Ocalan dixwaze kurda bîne wê astê ku kurd azadî û serxwbûna Kurdistanê jibîr bikin`

Serokê PDK-T Mehmed Emin Kardaş tekez dike ku dewleta Tirkiyê û PKK dixwazin di çerçoveya proseya çareseriyê de ji Tirkiyê re demokrasî bînin û bi rêya demokrasiyê kurda bixapînin.

Peymanêra radyoya Spûtnîk Kurdıstan Gulnûş Ergul li ser pêvajoya çareseriya aştiyê, daxuyaniya serokê PKK Abdullah Ocalan û rewşa kampanyaya hilbijartinên Pralamentoya Tirkiyeyê li gel Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê — Tirkiye Mehmed Emin Kardaş hevpeyvîn kir:

Daxe

Mehmed Emin Kardaş balê dikşîne ser nav û navoraka pêvajoya çareseriyê û dibêje, `pêvajo` çiye em tê nagihijin: “Tiştê ku em tê digihjin mesele ew e, ku di nav PKK û desthilata Tirkiyê de şer bê rawestandin. Îro dewlet û PKK’ e dixwazin şer raweste û xwîn bes bê rijandin. PKK êdî dixwaze bê malê, bikeve nav siyaseta û parlementoyê. Dewlet jî dibêje divê tu dest ji çekan berdî û bes erişa bikî. Ocalan û Erdoğan dixwazin bingeha xwe di ciyekî de iqna bikin. Dewlet dixwaze raya giştî ya Tirkiyê bîne wê astê ku êdî nebêjin Abdullah Ocalan çima azad nebûye. Berê ji Abdullah Ocalan re digotin `kujerê pitikan` û niha dixwazin vê yekê bidin jibîrkirin. Abdullah Ocalan jî dixwaze ku kurda bîne wê astê ku kurd azadî û serxwbûna Kurdistanê jibîr bikin.’’

Kardaş tekez dike ku PKK wê çekan danayne, lê dikare bi tirka re êdî şer neke, jixwe her dû alî jî vê dixwazin. Di vir de pirsgireka Kurdistanê tune.

Kardaş, li ser nakokiyên di nava hikûmetê û serokkomar de jî dibêje, `ez problema di nava hikûmet û serokkomar de mezin nabînim. Di dawiyê de Erdoğan çi dibêje ew dibe, Ocalan ji PKK re çi dibêje ew derbas dibe`.

Serokê PDK-T dibêje, wan biryar daye ku nakevin hilbijartinaên parlamentoya Tirkiyeyê: "Em di heremê xwe de, di Kurdistanê de iqtidarê dixwazin, ne di Tirkiyê de. Ji bo vê jî em ji meclisa tirka re nabin namzed. Em dikarin di heremê xwe de şeredariyê xwe de di Kurdistanê de bibin namzed ew jî du sal şunda di hilbijartina şaredariya de emê di wir de tekevin hilbijartinê û heya ji destê bê, emê zorê bidin ku bi serkevin".

  •  
    û parve bike