1 4 2015, 13:01

Faîq Gulpî : `Vê gavê helwêsta rêveberiya Herêma Kurdistanê li hember partiyên bakûrî nermtir bûye`

Faîq Gulpî : `Vê gavê helwêsta rêveberiya Herêma Kurdistanê li hember partiyên bakûrî nermtir bûye`

Sîyasetmedarê başûrî Faîq Gulpî dibêje, di nameyên Ocalan de, ku ji Barzanî û Talebanî re şandiye, mijarên piştevanîkirina HDP, Kongreya Neteweyî û nêrînên wî yên li ser rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn cih digrin.

Şanda Partya Demokratîk a Gelan (HDP), ku ji Lleyla Zana û Sirrî Sureya Onder pêk dihat, serdana Herêma Kurdistanê kir û nameyên rêberê Partiya Kakerên Kurdistanê Abdullah Ocalan pêşkêşî serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û Celal Talebanî serokkomarê berê Iraqê kirin.

Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî li ser naveroka wan nameyan li gel serokê berê yê Parta Çareseriya Demokratîk (PCDK) Dr. Faîq Gulpî axivî:

Daxe

Faîq Gulpî dibêje, berî niha jî Ocalan çend caran name bo Barzanî û Talebanî şandine: “Ji bo Ocalan yekrêzya kurd û dûrketin ji kartêkirna faktorên navçeyî pir girîng e. Kurd niha di qonaxeke hestyar re derbas dibi û şerê terorstên DAÎŞ`ê dikin. Navçe jî di rewşeke cuda de ye. Doza kurd li ser asta navdewletî hinekî pêş de çûye û diyar e fersendeke bo kurd hatye pêş. Ocalan divê nêrînên xwe sebaret vê derfetê ji bo Barzanî û Talebanî ron bike”.

Serokê berê PCDK Herweha tekez dike ku li gor baweriya wî, yek ji mijarên di nama Ocalan de, piştevanîkirina Herêma Kurdistanê HDP di prosa helbjartnên giştî yên Turkyê de ye.

Faîq Gulpî dibêje, pirsa lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdî jî di nama Ocalan de cih digre: “Ocalan, sazkirina Kongira Netewî karekî pêwîst dibîne di vê qonaxê de. Ji ber ku bi rêya sazkirina Kongra Netewî wê gelek pirs û arîşeyên kurd wê çareser bibin.

Faîq Gulpî dide zanîn, ku berî niha helwêsta hikumeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî serokwezîr Nêcîrvan Barzanî û dorberên wî zêde baş nebû li hember partyên kurd ên Bakûrê Kurdistanê û bêtir piştevanya AKP dikrin. Lê niha helwêsta serokatya herêma Kurdistanê jî hinekî nermtir bûye.

 

  •  
    û parve bike