30 3 2015, 12:53

Qirim: berê û piştî tevlibûna li Rûsyayê

Qirim: berê û piştî tevlibûna li Rûsyayê

16 adarê sala 2014-an li gorî encamên referandûmê, Qirim û bajarê Sevastopol bûn herêmên Rûsyayê. Zêdetirî ji %90 beşdarên referandûmê dengê xwe ji bo cudabûna nîvgiravê ji Ûkraynayê û tevlibûna wê li Rûsyayê bikar anîn. Du roj piştî dengdanê li Kremlînê peymana tevlibûna her du herêman li Federasyona Rûsyayê hat îmzekirin.

Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Medvedev di yekemîn salvegera tevlibûna Qirimê li Rûsyayê bi van gotinan wesif kir: ` Salek berê di dîroka welatê me de tarîxeke nû ya giring destpê kir: peymana vegerandina nîvgiravê li Rûsyayê hat îmzekirin`.

Qirim di sala 1783-ê de bûbû beşeke Rûsyayê. Lê di sala 1954-ê lîderê wê serdemê yê Yekîtiya Sovyetê Nîkîta Xrûşev bîryar da ku nîvgirava Qirim diyarî bi Komara Sovyeta Sosyalîsta Ûkraynayê bike.

Redaktorê malpera `Military Krim` Sergey Çennik di vê mijarê de van şîroveyan dike:

"Diyarîkirina Qirimê bi Ûkraynayê ji aliya Xrûşev ve, çalakiyeke derveyî qanûnê bû. Bûyera han hema bêje bi bîryara yekalî ya serokekê dewletê pêk hat û ne nêrîna gel, ne jî pirsgirêkên aborî û pêşaniyên pêşvebirina pêşesaziya Qirimê hat berçavgirtin. An ku Xrûşev zîhnîyeta otorîterîzmê, ku pêşrevên xwe pê rexne dikir, bi xwe nîşan da".

Qirim di nava Komara Sovyeta Sosyalîst a Ûkraynayê de û Qirim di nava Ûkraynaya azad de — du qonaxên cuda yên jiyana nîvgiravê ne. Sergey Çennik dibêje, desthilata Ûkraynaya azad bêhtir hewil didan ku tenê sirûşta bêhempa ya Qirimê parve bikin:

"Dema Ûkrayna bû xwedî Qirimê, ne ku pisgirêkên wê baştir kir, lê belê hîn kûrtir kir. Dezgehên tûrîzmê li ber çavên me hilweşiyan û tune bûn. Erdên li peravên derya Reş dihatin firotin û dabeşkirin. An ku Qirim dageriya li seyrangeha elîta Ûkraynayê".

Tu planeke pêşvebirina Qirimê, wekî herêmeke sîyasî tune bû. Serokê şaxê Ûkrayînî ya Enstîtûya Hevalbendiya Dewletên Serbixwe Denîs Denîsov di vê mijarê de weha diaxive:

"Desthilata Ûkraynayê di mijara pirsgirêka Qirimê de qet heyjixwe tev nedigeriya. Wan di hêla siyaseta netewî û zimanê zikmakî de şêwazên zordayoyê pêk dianî. Desthilata Kiyevê, tevî ku fehm dikr ku Sevastopol, bi baregaha leşkerî ya Sîtola Rûsyayê ve faktoreke pêximker a ji bo Ûkraynayê ye, dîsa jî gelek bîryarên li dijî îradeya şêeniyên Qirimê distand".

Referandûmê 2014 û tevlibûna li Rûsyayê jiyaneke nû da Qirimê. Bernameya ferdaral a ji bo pêşvebirina Qirimê ya heta sala 2020-an, gelek guhartinan bi xwe ve digre û jiyana Qirimê ber bi başiyê ve diguherîne.

  •  
    û parve bike