29 3 2015, 15:39

Hisên Koçer: `DAÎŞ êrîşî kantona Cîzîrê dike lê derbeyên mezin dixwe`

Hisên Koçer: `DAÎŞ êrîşî kantona Cîzîrê dike lê derbeyên mezin dixwe`

Piştî şikestina DAIŞ`ê li Kobanê, ev demeke kantona Cizîrê dibe armanca êrîşên çeteyan. Çeteyên DAIŞ bi hemû hêzên xwe êrîşî Til Temir û Serê Kaniyê dikin.

Fermandarê YPG yê li eniya Serê Kaniyê Hisên Koçer rewşa leşkerî ya kantona Cizîrê ji radyoya Spûtnîk Kurdistan re nirxand. Sûltan Tamo ji Rojavayê Kudistanê radigihîne:

 

Daxe

Fermandar Hisên Koçer diyar dike ku, van êrîşên çeteyên Daiş bi armanca lêdana rêveberiya xweser pêk tên. Hisên koçer dibêje “piştî ku DAIŞ li Kobanê têk çû, vê carê bi hemû hêza xwe êrîşî kantona Cizîrê dike. Bajarê Til Temir xwedî giringiyeke stratejîke, ji ber ku Til temir dikeve navbera Hesekê û Serê kaniyê de û hem nêzî Derbêsiyê û Amûdê ye, ji aliyekî din dikeve ser rêka navnetewî ya Helebê.”.

Koçer nîşan dide ku, DAÎŞ di eynî demê de êrîşî 8 noqteyên YPG: li gundê Til Xenzîr, Hewas, Norfeliyê, Norfeliya Tifêhî, Hecac, Zîban, û du noteyên din ku nêzî gundê Hewas bûn, kirin. YPG mecbûr ma gundê Til Xenzîr berde û li derdora gund bi 200 – 300 m çeper bigre.

Koçer dibêje, DAÎŞ fermandarên xwe yên leşkerî ji hemû eniyên şer kom kirine û berê wan dane Rojavayê kurdistanê: “Di şerê gundê Norfeliyê de 90 çeteyên Daiş hatine kuştin û tank û panzêrên DAIŞ ketin destê YPG., her wiha li gundê til zenzîr panzêra çeteyan kete destê YPG de. Di heman şerî de 9 cenaze û panzêreke din ya çeteyan kete dest me de. Her çiqas rastî şikestinê tên jî, bi israr êrîş dikin û dixwazin van deveran bixin dest xwe de. Agahîya me pê heye ku fermandarên xwe yên leşkerî ji hemû eniyên şer kom kirine, û berê wan dane herêmên rêveberiya xweser li rojavayê kurdistanê. Lê berxwedana YPG pir bi xurtî didome, û ew çawa li Kobanê têkçûn wê li Cizîrê jî, bi heman awayî têk biçin”.

  •  
    û parve bike