28 3 2015, 15:24

15 salên bawerîya ji bo Pûtîn

15 salên bawerîya ji bo Pûtîn

15 sal berî niha, ango roja 26`ê Adara sala 2000`an welatîyên Rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn ji bo serokatîya dewletê hilbijartin.

 Li gor daneyên Levada-Senter`ê, îro ji 85 welatîyên Rûsyayê serokatîya Pûtîn dipejirînin, ku ew cara sêyemîn e serokatîyê dike. Ji bo hevberîkirinê: reytînga bawerîya ji bo hikûmetê ji % 59 e.

Levada-Senter ji sala 2000`an ve lêpirsînên civakî dimeşîne. Li gor eksperên Levada-Senterê, reytînga di navbera Pûtîn û hikûmetê de ne her tim rasterast bi her ve ye. Ango, daketina reytînga hikûmetê bandorê reytînga Pûtîn nake. Ji bo nimûne, di sala 2010`an de dema Pûtîn serokwezîrtî dikir, ji % 78 welatîyên Rûsyayê ji pêkhênanên wî memnûn bûn. Lê, di heman demê de bawerîya ji bo hikûmeta ku Pûtîn rêvebirîya wê dikir, tenê ji % 54 bû. Di nêrîna ewil de ew yek dikare wek paradoks dîyar bike. Sedem ew e, ku Pûtîn wek lîderê dewletê dihate hesibandin û pêkhênanên wî tenê di palana duyemîn de bûn.

Di maweya 15 salan de du caran reytînga Pûtîn û hikûmetê di heman demê de daketin. Di sala 2011`yan de Rûsyayê krîza aborî bêy zîyanên mezin derbaz kir, lê asta jîyana welatîyan bilind nebû. Ji wê salê heta bûyerên li Qirimê reytînga Pûtîn ji % 69`an derbaz nekir.

Di sala 2005`an de jî reytînga Vladîmîr Pûtîn ji % 66 bû. Serokwezîrê wê demê Mîxaîl Fradkov bû û tenê piştgirîya ji % 25 welatîyan werdigirt û ji % 42 jî li dijî serokwezîrtîya wî bûn. Sedema sereke jî reforma di warê mûafîyeta transport, derman û vehisandinên senatoryûman bû. Ew reform bûne sedemê çalakîyên mezin ên protestoyan û Pûtîn neçar ma, ku wî agirî bi destê xwe vemirîne û di kabîneya wezîran de guhertinmezin pêk anî.

Li Rûsyayê bawerîya ji bo Pûtîn her tim ji bawerîya ji bo hikûmetê zêdetir bû. Lê, di serdema duyemîn ya serokatîya Pûtîn de, hem wî bi xwe û hem jî hikûmet bi heman tempoyê reytêngên xwe daxistin û bilind kirin. Ew yek jî bû sedem ku Pûtîn ji wê rewşê du encaman derxîne.

Ya yekemîn, desthilat bawerîyê winda dike. Di wê rewşê de gereke ji bo sinifa bi dewletê ve girêdayî garantîyên sosyal bêne dabînkirin.

Ya duyemîn, reytînga huikûmetê gereke bandorê li reytînga Pûtîn neke. Reytînga Pûtîn gereke bi xeletîyên di warê aborîyê de û bi biryarên şaş ve girêdayî nemîne.

Desthilata Rûsyayê îro jî hewl dide, ku li ser heman mantiqê bimeşe. Ango garantîyên sosyal ên sinifên bi dewletê ve girêdayî û anegorê daxwaza civakê amadebûna guhertina hikûmetê.

 

 

  •  
    û parve bike