28 3 2015, 09:51

Aza Evdalî: `Li diyasoprayê em kurd di nava miletên din de ciye xwe girt û ev cî ne cîyeke herî dawî ye…`

Vê carê xanimeke delal, nivîskar û rojnamevana navdar Aza Evdalî di bernameya `Dûrî ji Welêt` de bû mêvana Kulîka Neço.

Aza Evdalî kî ye?

Aza Evdalî li Gurcistanê, li bajarê Tîflîsê di malbeteke êdzdî de hatiye dinê. Li Tîflîsê beşa rojnamegerî ya Zankoya Dewletê bi serkeftî qedandiye û dîplomaya sor standiye.

Paşê li Moskowê, di Zankoya Peywendiyên Navneteweyî de dest bi xwendina doktorayê kiriye.

Demekî dirêj di dezgehên ragihandinê yên Yekîtiya Sovyetê, yên mîna: Ajansa Ragihandinê `Novostî`, `Sovetskaya Kultura`, `Îzvestiya`, `Moskow news` û yên din kar kiriye.

Hêjayê bi gotinê ye ku Aza xanim bûka nivîskar û rewşenbîrê bi nav û deng — Emînê Evdal e.

Di jiyana xwe ya profesyonelî de Aza Xanim: ji Sedîd Şerefqendî bigre, heta bi madam Daniyela Mitteran, ji Mam Celal Talebanî bigre heta bi Hoşyar Zêbar… Ji Şivan Perwer heta bi Kendal Nezan… Ji Hinêr Selîm bigre heta bi Tara Caf… bi gelek kesayetên navda re rabûye û rûniştiye….

Daxe

  •  
    û parve bike