27 3 2015, 12:20

İsmet Şêx Hesen: Pêngava tolhildana şehîdên Newrozê heta paqijkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ`ê wê bidome`.

İsmet Şêx Hesen: Pêngava tolhildana şehîdên Newrozê heta paqijkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ`ê wê bidome`.

Piştî komkujiya Newrozê ya li bajarê Hesekê, li kantona Kobanê pêngava tolhildana şehîdên Newrozê hate destpêkirin. Pêngava tolhildanê di roja sêyemîn de dewam dike û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê tê xistin. Wezîrê parastinê yê kantona Kobanê tekez dike ku pêngava tolhildana şehîdên Newrozê heta paqijkirina herêmê bi giştî wê bidome.

Peyamnêrê radyoya Spûtnîk Kurdistan Sûltan Tamo li ser pêngavê tolhildanê û li ser rewşa Kobanê bi giştî li gel Wezîrê parastinê ya kantona Kobanê İsmet Şêx Hesen û rojnamevan Mûstafa Balî hevpeyvîn kir:

Daxe

İsmet Şêx Hesen diyar dike ku, ewê maf û viyana gelê Kurd li seran serî Rojava biparêzin, û bersiva êrîşên hovane yên êvara Newrozê bidin. Şêx hesen dibêje “bi pêngava tolhildana şehîdên Hesekê, YPG û YPJ diyar dikin ji tevahî cîhan û dijminê gelê Kurd re, ku ewê li her derê maf û vîna gelê Kurd biparêzin, û tolahevalên xwe hilînin”.

Şêx Hesen tekez dike ku, çeteyên DAIŞ wê êdî tu caran nikaribin derbasî herêmên Kurda bibin û têde rehet bin: “Çeteyên DAIŞ`ê tu carî nikare bikeve nava gelê Kurd û herêmên Kurd, ji ber ku êdî Kurd ne ew Kurdê berê ne. Gelê Kurd tu carî di nava xwe de dijminên xwe û mirovahiyê bi cih nake û wî paçê reş di ser xwe re qebûl nake”.

İsmet Şêx Hesen bang li hemû gelê Kurd û bi taybetî ciwanên Kurd kir ku, piştgiriya YPG: “Îro çeteyên Daiş bê ferq û cudahî êrîş dibe ser gelê Kurd, pêwîste tevahî gelê Kurd û bi taybetî ciwanên kurda li hember hovîtiya DAIŞ`ê destê xwe bi destê şervanên YPG û YPJ bidin û di yek sengerê de cih bigrin”.

Rojnamevan Mûstafa Balî, ku rewşa şerê Kobanê di cî de dişopîne, derbarê pêngava tolhildana şehîdên Newrozê de van agahiyên dide:

Daxe

Mûstafa Balî dibêje: “Pir gund û girên stratejîk hatine rizgarkirin, bi dehan cenazeyên çeteyên DAIŞ di dest şervanên YPG de ne. Li rojavayê Kobanê şer bi dawî bûye, çemê Firat weke sînoreke xwezayî, di navbera kantona Kobanê û çeteyên DAIŞ hate nîşan dan. Lê belê li başûrê kantona Kobanê, li ser rêka Helebê û derdora bajarokê Sirrînê şer û pevçûnên dijwar rû didin û bi taybetî derdora gundê Çelebiyê, ku ew weke naveda çalakiyên tolhildana şehîdên Newrozê bû. Li milê rojhilatê Kobanê li derdora gundê Zerzorî û Îdaniyê, ku 35 km rojhilatî bajarê Kobanê dikeve, şer û pevçûn didomin”.

 

  •  
    û parve bike