25 3 2015, 11:49

Ekrem Hiso: `Xwîna şehîdên me wê bibe bingehê yekrêziya gelê Kurd`

Qurbaniyên çalakiyên terorî yên bajarê Hesekê, ku di roja Newrozê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî ji aliya bi deh hezaran ve hatin oxirkirin. Merasîm bi tevlîbûna hemû hêz û tevgerên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bi bi rê ve çû.

20 mehê li Hesekê dema pîrozbahiya Newrûzê de ji alîya terorîstên DAÎŞ`ê ve du êrîşên întîharî pêk hatibû û di encamê de 52 welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî ji 150 kes jî birîndar bûbûn.

Peyamnêrê radyoya Spûtnîk Kurdistan Sûltan Tamo li qada merasîmê li gel serok wezîrê kantona Cizîrê Ekrem Hiso re hevpeyvîn kir:

Daxe

Ekrem Hiso di merasîmê de ji 52 şehîdan 29 cenaze hatin veşartin, yên mayîn ji aliya malbata wan ve hatin definkirin: “ Em weke Rêveberiya Xweser van şehîdan weke şehîdê xwe, şehîdê hemû pêkhateyê Rojavayê Kurdistanê dibînin. Merasîm bi girseyî derbas bû û di merasîmê de miletê Kurd tekez kir ku, di zor û zehmetiyê de em pişta hev digrin û yekrêziya xwe xurt dikin, û xwedî li xwîna şehîdê xwe derdikevin û xwîna şehîdê xwe dikin bingehek ji bo yekrêziya gelê Kurd”.

  •  
    û parve bike