23 3 2015, 19:39

Newroza Akrê

Newroza Akrê

Pîrozkirina Cejna Newrozê li bajarê Akrê, ku dikeve rojhilata bajarê Duhokê cudahya xwe ya ji navçeyên din heye. Ew jî bi taybetmendiya cografyaya Akirê ve girêdayî ye.

Bajarê Akrê dikeve tang û quntira çiyayê Buke Ser. Ji nav gelî û dol û nevala de ev bajar qelehekî siruşûtî ye, lewre li ser girekî hatiye avakirin. Di ber bajêr de rez û baxên rengareng, xuşîna dengê ava zelal a kanîyan tevli wan dîmenên bêhempa dibin û harmoniyeke pir nûwaze derdikeve holê.


Xort û keşên bajêr ber êvarê bi meşaleyan dikevine rêz û hil dikşin serê çiyayê Buke Ser. Ji dûr ve dîmenek pir nûwaze derdikeve holê: rêşivana zîqzaq, ku ciwan bi meşale pê dimeşin, wekî herika agir xuya dibe. Agir ji quntara şiya lidikşe serê çiyê.

  •  
    û parve bike