23 3 2015, 11:36

DAIŞ`ê plana teqîneke mezin di roja Newrozê de kiribû, lê ji ber ku êvara Newrozê biryar hate girtin ku, pîrozbahî werin rawestandin, DAIŞ jî bi lez û bez plana xwe dide guhertin û biryarê dide ku kombûnên êvara Newrozê li derdora agir were hedef girtin.

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê roja 20 Adarê du çalakiyên terorî yên bi xwîn rû dan. Îsal ji ber sedemên şer û ewlekariyê pîrozbahiya Newrozê hatibû rawestandin. Lê belê êvara Newrozê dema ku gel li derdora agirê dîlan digirtin, rastî êrîşên xwekujî hatin. Li taxa Miftî ya bajarê Hesekê, ku du deverên cuda lê agir hatibû vêxistin, rastî êrîşên terorîstan hatin û di encama van herdû êrîşan de, 24 Jin û 18 Zarok di nav de, bi giştî 52 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan û bêhtir ji 170 welatî birîndar bûne.

Fermandarê Asayişa Giştî yê Rojavayê Kurdistanê Ciwan İbrahîm li ser vê bûyerê konferansa çapemeniyê li darxist.

Peymanêrê Spûtnîk Kurdistan Sûltan Tamo ji Rpjavayê Kudistanê radigihîne:

 

Daxe

Fermandarê Asayişê dibêje, li gora şopandin û tesbîtên wan, saat 18:15 de teqîna di nava alîgirên TEV-DEM de, kesekî peyade ku kemera teqandinê li xwe kiribû ev êrîş pêk anî, û piştî wê bi 40 saniye tirimbêlek KİA-RİO bi rengê sipî êrîşê pîrozbahiya alîgirên ENKS kiriye. Ciwan Îbrahîm destnîşan dike ku di kemera teqandinê de maddeya C4 û di tirimbêla KİA-RİO de 40-50 kg TNT hatibû bi kar anîn û şoferê tirimbêl bi xwe kesê intîharî bûye.

Ciwan Îbrahîm dibêje, agahiyên wan hebû ku çeteyên DAIŞ di roja Newrozê de amadekariya teqînên mezin dike û ew li gorî we tev geriyane: “Roja 18 Adarê E-mailekî ketibû destê Navenda Şopandin û Lêgerînê ya girêdayî Asayişê, ku tê nameyeke weha hatibû nivîsin: “Çûk firiyan û ewê li her du cihan deynin”. Li ser van agahiyan li Qamişlo û Hesekê 4 jin û 6 mêr hatibûn girtin. Ji bo pêşîgirtina qetliyama mezin êvara Newrozê biryar hate girtin ku, pîrozbahî werin rawestandin. Emîrek Daiş ku ev biryar ji nêz de dişopand, bi lez û bez pîlana xwe dide guhertin û biryarê dide ku kombûnên êvara Newrozê li der dora agir were hedef girtin”.

  •  
    û parve bike