19 3 2015, 13:33

Hilbijartinên şaredariyan ên Kantona Cizîrê

Hilbijartinên şaredariyan ên Kantona Cizîrê

14 adarê li Kantona Cizîrê hilbijartinên şaredariyan pêk hatin.

Proseya dengdanê saet 08.00 (bi dema Rojava) li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Hesekê û bajarokên Til Koçer, Çilaxa û Ebû Raseyn hatibûn destpêkirin. Ji ber êrîşên çeteyan ên ku ji 23ê Sibatê ve dom dikin, li bajarê Til Temirê hilbijartin nehat kirin.


Komîsyona Hilbijartinan dema dengdanê ku saet di 20.00 de bidawî dibû, heta saet 21.00 dirêj kiribû. Sindoqên danganê ji bo hejmartinê veguheztin bajarê Amudê.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan Ezedîn Ferhan diyar kir ku di demeke kurt de encaman eşkere bikin.

  •  
    û parve bike