14 2 2015, 09:51

Cejna “Xidir Nebî” li Rûsyayê çawa tê pîrozkirin?

Cejna “Xidir Nebî” li Rûsyayê çawa tê pîrozkirin?

Gelo çima ji cejna `Xidir Nebî` re dibêjin `Cejna Bext û Miraza`? Gelo, rola Hespê Spî di mîtolojiya `Xidir Nebî` de çi ye? Gelo, hûn dizanin, ku yek ji sembolên cejna `Xidir Nebî` — Totika Şor e? Totika Şor çawa tê patin? Hûn dikarin bersiva van pirsan di bernameya `Dûrî ji Welêt` de bibihîzin.

Culeta Aram — yek ji rêvebirên rêxistina jinên kurd a Moskowê “Viyan” — bû mêvana bernameya “Dûrî ji Welêt”, ku ji aliya KûlÎlka Neço tê pêşkêşkirin.

Mijara vê bernameya cejna"Xidir Nebî" ye. Culeta Aram bi hûrî mîtolojiya `Xidir Nebî` vedibêje û behsa şêwaza pîrozkirina vê cejnê di nava êzdiyan de dike.

Di bernameyê de nostaljiya jiyana li Elegezê, hesreta welêt, her weha pirsgirêkên diyasporaya kurdên Moskowê tên gengeşîkirin.

Daxe
 

Dîroka cejna “Xidir Nebî” digihêje dûrahiya bi hezaran salan. Li gorî nêrîna dîrokzanan, cejna han hêj ji serdema Babîliyan maye. Lê belê, roja îro “Xidir Nebî”, an jî bi navê xwe yê dun `Xizir Elyaz` herî berfireh di nava kurdan de: hem di nava êzdîyan, hem elewiyan û hem jî mislimanan de tê pîrozkirin. Ji bilî wan, li cem ermeniya cejna han wekî roja Sarkîsê Pîroz, li cem ortodoksa wekî cejna San Corc, li cem katolîkan jî wekî cejna Valentîn tê pîroz kirin.

  •  
    û parve bike