3 12 2014, 16:49

Ekrem Mehemed: `Pêwîstiya zarokên kampa `Newroz` bi şîr heye`

Rêveberiya kampa `Newroz` a li kêlekê bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê Hemko dibêje, qûtiyeke şîrê zarok, kartonekê derman ji bo penaberan alîkariyeke mezin e.

Bi hatina demsala zivistanê re bi sedan hezar penaberên kurd ên li kampan di pirsgirêkeke nû re rûbirû dimînin. Yên ku ji qetlîyama DAÎŞê xelas bûne, niha jî li hember xedariya zivistana Kurdistanê têkoşîna jiyanê dike. Kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê yek ji wan kampan e, ku di mercên şer û tecrîdê de, lê hewil tê dayîn ku pirsgirêkên penaberan bene çareserkirin.

Peymanêrê me Sûltan Temû serdana kampa Newrozê kir û bi berpirsê kampê Ekrem Mihemed re li ser pirsgirêk û pêwîstiyên penaberan û li ser amadekariya zivistanê axivî.

Daxe

Ekrem Mihemed dibêje, penaberî li gelek welatên cîhanê heye, lê penaberî mîna penaberiya gelê Êzîdî tune ye: “ Ew hem rastî komkujiyê hatine, hem jî penaber bûne. Ew ji ber dînê xwe nayên qebûl kirin, ji ber ku derdorên wan hemû misilmanan. Ezdî xwe di vê xelekê de bê hêz dibînin. Komkujiya ku bi serê wan hatiye, li pêş çavên wan bav û dê û xwişk û bira hatine kuştin û revandin, ev yek pîskolojiya wan xirab kiriye û ta îro jî dengê teqînekê di nav wan de dibe sedema tirs û panîkê”.

Ekrem Mehemed da zanîn, ku hejmara kampê nêzî 5 hezar penabere, piraniya wan kurdên êzîdî yên Şingalê ne, lê erebên şîaa û kurdên Kobanê û erebên ji derdora Helebê jî hene: “Despêkeê de kamp dûrî bajêr hatibû çêkirin. Ev yek dibû sedemê hinek tengasiyan.Lê niha kamp nêzî bajarê Dêrikê ye û pirsgirêka çûn û hatinê çareser bûye. Ta niha em amadekariyên zivistanê dikin. Cil û bergên wan ê zivistanê hatine peyda kirin. Lê ji hêla sotemenî sobe û alavên şewatê kêmasî hîn berdewam in. Hewildan hene ku di nava vê heftiyê de werin cih bi cih kirin”.

Ekrem Mehemed dibêje, saziyên ku alîkariyê didine kampê, Heyva Sor a Kurdistanê ye û Rêxistina R.C ya tendurustiyê ye: “Pêwîstiya penaberan bi gelek tiştan hene, lê pirsgirêka herî lezgîn şîrê zarokan e. Kantona Cizîrê di peydakirina vê maddeyê de zehmetî dikşîne. Ji ber ku Rojava bi xwe di nava rewşeke şer û çemberekê de ye”.

Rêveberê Kampa “Newroz” tekez dike ku, ji bo zarokan saziyên girêdayî Netewên Yekbûyî sê dibistan dane vekirin û zarok tê de perwerde dibînin: “Me dibistana gundê nêzî kampê jî tê bi kar anîn. Ji bilî wê, ji bo zimanê kurdî û erebî weke rêveberiya kampê sê çadirên mezin vegirtine. Ji nav penaberan me mamoste jî derxistine û wan perwerde didin. Lê belê ihtiyaca şagirdan bi pirtûkan heye”.

Di dawiya axaftina xwe de Ekrem Mehemed dibêje: “Hewildanê me ew ku em karibin ihtiyacê penaberan peyda bikin û karibin gelê êzîdî ji bin rewşa pîskolojîya giran derbixin. Her wiha bangewaziya me ji bo her mirovekî û rêxistinên navnetewî ew e, ku tiştê ji destê wan were bikin. Ev yek bi kartonek derman jî dibe bi betanî û pêdiviyên jiyanî jî dibe”.

 

 

 

 

  •  
    û parve bike