6 7 2014, 17:21

Vladîmîr Pûtîn: sîyaseta derve ya Rûsyayê serbixwe dimîne

ПУТИН-МИД-ЗАЯВЛЕНИЯ

Rûsya wê nehêle ku berjewendiyên wê bêne binpêkirin û ji bo mafên welatiyên xwe yên li tevaya cîhanê wê têbikoşe. Vladîmîr Pûtîn li Moskowê di hevdîtina li gel balyozên Rûsya û nûnerên hertimî re xeta sîyaseta derve bi vê cûreyî destnîşan kir.

Cîhan êdî ne yekcemser e û gelek navendên bendorê yên global derketine holê û paşguhkirina berjewendiyên wan pir metirsîdar e. Rûsya û Çîn jî, ji wan navendan in. Eksperê sîyasî Aleksandr Gûsyev dibêje, bi taybetî ji ber Ûkraynayê guşar li ser Rûsyayê tê kirin:

"Guşarkirina ser Rûsyayê zehmet e. Lê DYA guşareke li ser wê dike û amadekarî dike ku paketa sêyemîn a ambargoyan bisepîne. Lê belê hin lîderên Ewrûpî li Brûkselê di lûtkeya G7-an de vê hewildanê dan sekinandin. Hîn lîderên ewrûpî gotin ku pakêta sêyemên hêj ne gengaz e".

Sîyasetzan Aleksey Mûxîn amaje dike, ku Vladîmîr Pûtîn di gotara xwe de du daxuyaniyên girin ragihandin:

"`Eger Yekîtiya Parlamenterên Konseya Ewrûpayê wê dîsa `serhişkiyê` bike, Rûsya wê xwe ji vê saziyê vekşîne`. Daxuyaniya han cara yekemîne ku ji devê Pûtîn derdikeve. Ya duda: Rûsya êdî bera aboriya xwe guherandiye û yek ji wan jî hêla Rojhilat e. Ev yek ji bo Ewrûpayê sînyaleke giring e, ku dixwaze pey bidawîbûna krîza fînansî pêşveçûneke bide destpêkirin".

Xaleke din jî sazkirina li cîhanê îmajeke rast a Rûsyayê ye . Rûsya li cîhanê dibe hêzeke sîyasî ya cidî. Divê hesaba wê bê kirin. Gelek dewlet, ku di pirsên tûj ên cîhanê de ji bo helwestdayînê dudilin, bala xwe didinê Rûsyayê.

  •  
    û parve bike