4 7 2014, 17:16

Sucên leşkerî yên hêzên Ûkraynî

Hêzên Ûkrayînî li Başur Rojhilatê walêt bi aktîv dest bi opêrasiyonên leşkerî kirine

Hêzên Ûkrayînî li Başur Rojhilatê walêt bi aktîv dest bi opêrasiyonên leşkerî kirine. Opêrasiyon bi bombeyên hewayî, gulebarana ji sîlehên giran berdewam dikin. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl bune qurbanên opêrasiyonê. Heta Kiyeva fermî bi Moskow, Berlîn û Parêsê re li ser pêwîstiya agirbesta demdrêj li Başûr Rojhilatê walêt gotubêjan dike, hêzên leşkerî yên Ûkrayînî êrîşan pêk tînin. Bomba ne tenê li pozîsiyonên serhildêran dibarin, her wiha li cîh û warên sivîlan jî dikevin. Berê wê şêniyên herêmê ji parçeyên fîşekan û bombayan xwe di serdaban de vedişartin. Lê niha ji çekên ku hêzên leşkerî yên Ûkraynî bikartînin zehmete xwe biparêzen. Roja çarşemê li gundê Lûganskê tevayî kolanek hate tunekirin. Bi dehan şêniyên gund ji zarokan bigre heya kal û pîran di bin kavilên xaniyan de mirî û birîndar man. Îro li cîhên xanî şêniyên herêmê kovikên bi kuraya dû metran û parçeyên rokêtan têne dîtin. Serhengê Rûsya yê hêzên hewayî yê leşkerî Sergey Rêznîçênko li ser vê babatê van zaniyar dide. `Li gor parçeyên moşekan, dikarin bibînin ku hêzên Ûkrayînî rokêtên hewayî yên S-25 bikartînin. Heger moşeka bi vî cureyî li xaniyekî bikeve wê xanî parçe parçe bike û kurtir derbazî serdaban bibe û li wur biteqe. Hereketa wê ya xapûrê bir bi hêze. Fakta êrîşa hewayî li hember gundê Lûganskê rêveberiya leşkerî ya Ûkrayînî nekarîbû veşêre. Destpêkê hate ragihandin ku balafir ber wê herêmê ve nehatine şandin û hêzên hewayî fermana serokkomar Piyotir Poroşênko pêk tînin, ango herêmên sivîlan bomberand nekin. Lê piştre nunerê hêzên leşkerî Îgor Mosîyçûk mukur li xwe hati ku `pîlotan bi şaşîtî wê herêmê dane ber bombayan`. Di prensîbê de şaştiyên bi vî rengî li qada şer pir têne çavdêr kirin. Numune pîlotên Amerîkî çend caran li Pakîstanê, Efganîstanê, Îraqê welatiyên sivîl dane ber bombayan. Lê li Ûkraynayê îro hikmet bi xwe welatiyên xwe dikuje`. Rêdaktorê kovara `Arsênal` Vîktor Mûraxovskî nêrîna xwe wuha anî ziman. `Kesên ku sîstêma moşekan bikartîne bê ezmunin. Tecruba wan ya lêdanê bi van rokêtan nîne. Pîlotên Ûkraynî pir kêm dersên firînê dîtine`. Tevî wê hêzên istîxbarata artêşa Ûkrayînî pir lawaze. Vîktor Muraxovskî axaftina xwe wuha dewamkir. `Ji bilî wê, çekên artêşa Ûkrayînî piranî kevinin. Di leşkeriyê de jî dîroka bikaranîna çekan heye. Wezareta berevanî ya walêt ji roja ku artêşa Ûkraynî hatiye avakirin cebilxana xwe nû nekiriye. Tiştên ku îro artêşa Ûkrayînî bikartîne hîn ji serdema Soviyêtê yên salên 1980 mane. Ji ber wê karekterîstîka çekan di dema bikaranînê de, mirov nikare texmîn bike. Her çibe jî hêzên leşkarî yên Ûkraynayê çekên wusa bikartînin. Heta bombeyên ku ji alî raya giştî hatine qedexekirin têne bikaranîn. Lê Rojava fakta han red dike. Foto û dîmenên şahidan Rojava wek îspat napejrîne. Hikmeta Kiyevê jî naxweze ku sucên wê yên leşkerê bêne dîtin û nayle ku pisporên serbixwe jî biçin cîhê bikaranîna çekên komkujiyê`. Wezareta karên derva yê Rûsya careke din ji Kiyevê daxweziya rawestandina bombarankirina objeyên welatiyên sivîl kir. Moskow israr dike ku li Başur Rojhilatê Ûkraynayê lêkolîna sucên leşkerî yên ji meha Nîsanê hatine pêkanîn bikin. Rûsya bang li aliyên konflîkt dike ku rêjîma agirbestê ragînin û dest bi gotubêjan bikin.

 

 

 

 

  •  
    û parve bike