31 3 2014, 00:12

Îraq li cîhanê jibo rojnemevanan cihê herî xeter e

Îraq li cîhanê jibo rojnemevanan cihê herî xeter e

Li gorî zanyariyên Komîta navnetewî ya berevaniya rojnemevanan, Îraq jibo rojnemevanan cihê herî xeter li cîhanê ye. Delîlê nuh yê vê yekê-kuştina Mûhamed Bedaiwî, profêsorê zanîngeha paytextê Al-Mûstansiriya, serkarê radyoya `Îraqa Azad` li Begdadê ye. Civak jiber vê kuştinê gelkî bi kerbin, xelk doza lêkolîn û cezekirna gunehbar dikin. Lê hêviya bi vê yek ne gelkî mezine.

Rêxistina `Rojnemevanên bê sînor` ku baregeha wê li Parîsê ye jî di rapora xwe ya taybet de destnîşandike ku Îraq jibo rojnemevanan yek ji welatên herî xetere. Di rapora rêxistinê tê gotin ku `rojnemevanên Îraqê rastî girtin, gef, êrîş û kuştinê dibin, gelek sazûman li pêşya wan girtîne, alavîn wan yên jibo nivîsandin û wêne kişandinê bê sedem tên bin dest kirin`.

Dêkanê fakulta rojnemevaniyê ya zanîngeha Begdadê Haşêm Hassan ji `Dengê Rûsyayê` re got, ku qedera rojnemevanê Îraqê xemgîne-ew mecbûre di navbera mikutê têrrorîstan û sitemkariya hêzên saloxgêrî yên Îraqê de kar bike. Mirina tradîjîk ya doktor Bedaiwî, profêsor û bavê du zarokan delîlekî xemgîn yê dine. Lê hawelatiyên Îraqê yên jirêzê jî ne bihêsanî dijin. Xemgîne dema rojnemevan bi destê têrrorîstekî tê kuştin. Dema polîs haweletyekî ji rêzê-rojnemevan, bijîşk, muhendis, nivîskar, ez bibawerim du sûçdariyan dike, jiber hêzên ewlekariyê divê me ne bikujin, lê biparêzin. Lê bûyerên wisa xemgîn gelek caran rûdidin.

-Lê civak çi dike? Kerb, xwepêpêşandanên protestoyê tune ne?

Ne xêr, xwendevanên fakulta me û zanîngehên din xwepêşandanan dikin. Ev yek alîkariyê nake. Heger ajansên Îraqê birastî rewşa li welêt biweşînin, rêaksyona civakê wê wekî din ba. Lê kontrol pir hişke, matêryalên krîtîk hema bêj tune, peyva azad tenê li ser kaxetê heye.

-Di dema dawîn de li ajansên erebî û navnetewî agahdarî tên kirin, ku li Îraqê wê kuştina kesayetiyên siyasî zêdebibe. Hetanî peyva `cîhada siyasî` peydabûye`.

 Erê, ev yek birastî heye. Siyasetmeder, endamên perleman dibin gorî. Xuyaye ku fermana derbarê tunekirna kesayetiyên cirnexweş ji aliyê hêzên taybet ve tê kirin û yekser tê pêkanîn. Lê em derbarê fermana jibo berevaniya hawelatiyên Îraqê û ewledariya wan nizanin.

Helbet axaftina serokwezîr Nûrî al-Malikî li cihê kuştina rojnemevanekî din û gotina wî ya derbarê ku sûçdar wê cezak hişk bixwe bandora xwe kir. Lê li welatekî wek îraqê ku ne liserxwe ye û qanûn lê aloze, her weha dadmendî di xew de jî em nikarin bibînin, rojnemevan daxuyaniya serokwezîr wek daxutyaniya derbarê mebestan dinerxînin.

-Lê wek em zanin, qanûnên derbarê mafên rojnemevanan, peyva azad hene…

Wek li ba tê gotin, ev qanûn giş ne hêjane hibra ku pê hatine nivîsandin jî. Mirov her tiştî dikare binivîse, lê hestê berpirsyariya di ber jiyana hawelatiyan de li ba desthilata nuha tune. Ferman ber rojnemevanên ne gunehbar zindan dikin, lê kesên gunehbar ku divê bên zindankirin serbest berdidin. Ev rewşa me ya îro ye. 

  •  
    û parve bike