04:20 22 Hezîran 2018
Karîkatur

Michael McFaul: Ez ê Trump ji bo namzediya Xelata Nobelê pêşniyar bikim

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê DYAyê yê berê yê Rûsyayê Michael McFaul ragihand ku eger hevdîtinên li Sîngapûrê bi lihevkirina jinavbirinê ya çekên nukleerî yên Koreya Bakûr encam bibin, wê serokê DYAyê Donald Trump ji bo namzediya xelata Nobelê pêşniyar bike.

Karîkatûr

Michael McFauldi rûpela xwe ya Twitterê de derbarê mijarê de wiha nivîsî: “Eger civîna li Sîngapûrê bibe pêngava ewil a lihevkirina jinavbirina çekên nukleerî yên Koreya Bakûr, ez ê ji komîteya Nobelê re nameya pêşniyarkirina namzediya Donald Trump binivîsim”.

Civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Singapurê hat lidarxistin. Piştî civînê herdu serokan diyar kir ku wan metneke hevpar îmze kiriye lê naverok nehat eşkerekirin. Trump ragihand ku metna rêkeftine ‘metnekî berfireh e.'

Di tarîxê de caran yekem serokekî Koreya Bakur û serokekî Amerîkayê li hev civiyan. Piştî hevdîtinên di navbera şandeyan û xwarina xebatê, serokan metnekî hevpar îmze kirin lê derbarê naverokê de agahî nehatin parvekirin.

Etîketan:
Peyman, Sîngapûr, Kim Jong-un, Donald Trump, Michael McFaul, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr