06:58 22 Hezîran 2018
Karîkatur

Li DYAyê ji aligirên futbolê re şîret hate kirin ku telefonên xwe nebine Rûsyayê

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor ragihandina Reutersê, Rêvebirê Navenda Bergiriya Istixbaratê ya Neteweyî ya DYAyê William E. Evanina şîret li alîgirên futbolê kir ku telefon û navgînên din ên elektronî yên mobîl nebine şampiyoniya futbolê ya li Rûsyayê tê lidarxistin.

Karîkatûr

Li gor gotinên Evanina, tu guman tine ye ku hukûmeta Rûsyayê wê herwl bide ku zanyariyên di navgînên elektronî yên mobîl de bi dest bixin. Bi taybet jî wê karmendên hikûmetê û nûnerên şîrketan hedef bêne girtin û her weha `kesên di civakê de ciheke nizim digirin` jî dikarin bibine hedef.

Her weha ji alîgirên futbolê re şîret hate kirin ku bi xwe re telefonên ku tu zanyariyan nahewînîn bibin û şarza telefonê jî bi awayeke periyodîk ji telefonê derxin.

Li gor ragihandina Reutersê, servîsên ewlekariyê yên Brîtanyayê jî li alîgir û futbolîstên xwe yên diçin Rûsyayê heman şîret kirine.
Pêşbirkên Kupaya Cîhanê-2018 wê di navbera rojên 14 Hezîran û 15 Tîrmehê li 12 stadyumên li 11 bajarên Rûsyayê bêne lidarxistin.

Etîketan:
hişyarî, Alîgir, Futbol, DYA, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr