06:59 22 Hezîran 2018
Karîkatur

Trump bang kir ku Rûsya vegere G8ê

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê DYAyê Donald Trump roja înê bi awayeke nepayîn ragihand ku pêwist e Rûsya jî di civîna G7ê ya li Kvebeka Kanadayê tê lidarxistin de beşdariyê bike. Serokê DYAyê bang kir ku Rûsya careke din ji bo civînên G7ê were vexwendin.

Karîkatûr

Pêşnîyara Trump a ji bo G8ê vexwendina Rûsyayê tenê ji aliyê serokwezîrê nû yê Îtalyayê Giuseppe Conte ve hate piştgirîkirin. Kanadayê ev pêşnîyar red kir û endamên din ên G7ê heta niha tu daxuyaniyên fermî li ser vê mijarê nedane.

Daxuyaniya Trump dibe ku piştî ji aliyê DYAyê ve sepandina bacên gumrikê yên li ser Eluminyûm û Polayê û her weha vekişîna wê ya ji peymanên navneteweyî, rageşîya di navbera koma G7ê de gurtir bike. 

Trump roja Înê berî civîna G7ê ji rojnamevanan re ragihand ku pêwist e Rûsya jî li dor maseya guftûgoyan a G7ê amade be û got: ``Bi dilê we be yan jî na, dibê ku gotina wî tiştî di ware sîyasî de jî ne gotineke di cih de be, lê gereke em rêvebirtiya cîhanê bikin. Û ji bo wê jî G7 heye ku berî Rûsya jê bête derxistin G8 bû`.Trump her weha got ku `Ji bo çi em wan hevdîtinan lidar dixin, dema Rûsya beşdar nabe? Ezê ji bo G8ê vegera Rûsyayê ji endamên din ên G7ê re pêşniyar bikim ku. Rûsya pêwist e di hevdîtinan de beşdariyê bike û bibe beşeke wan hevdîtinan`.

Etîketan:
Rûsya, Donald Trump, G7, Donald Trump, Kanada
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr