06:57 22 Hezîran 2018
Karîkatur

Trump şewitandina Qesra Spî anî bîra serokwezîrê Kanadayê

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê DYAyê Donald Trump di axaftina bi telefonê ya bi serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau re, şewitandina Qesra Spî ya di sala 1814an de bi bîr anî.

Karîkatûr

Mijara axaftina herdu lîderan bacên gumrikê yên li ser pola û aluminyûmê bû ku DYAyê  li hember Kanada û çend welatên din da sepandin. Trudeao gumana xwe ya li hember îdayên serokê DYAyê ku got biryara sepandina bacên nû ji ber ewlekariya neteweyî hatiye wergirtin ragihand. Trump jî li hember wê yekê wisa bersîv da: `Ma gelo yên ku Qesra Spî şewitandin ne hûn bûn?`

Leşkerên brîtanî di sala 1814an de di dema şerê Brîtanya û Amerîkayê de Qesra Spî şewitandibûn. Kanada wê demê kolonîya Brîtanyayê bû û nişteciyên wê jî piştgiriya Qraliyeta Brîtanyayê dikirin.

DYAyê roja 1ê Hezîranê bacên gumrikê yên nû danî li ser alumînyûm û polayê yên ji Ewropa, Kanada, Meksîka û welatên din û ji %10 heta ji % 25an da zêdekirin û Arjantîn li derveyê wê sepanê hişt. Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku wê di çarçoveya Rêxistina Bazirganiya Cîhanî de pêvajoya hiquqî li dijî wê biryarê bide destpêkirin.

Etîketan:
Eluminyûm, Pola, DYA, Kanada, Bac, Donald Trump, Justin Trudeau, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr