18:55 23 Hezîran 2018
Karîkatur

Macron bi gotinên Bîsmark bersîva pirsa li ser axaftina bi Trump re da

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî ragihandina Ouest France, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron eşkerekirina naveroka axaftina bi Trupm re red kir û bi gotinên Otto fon Bismark bersîva pirsa li ser naveroka axaftina bi Trump re da.

Karîkatûr

Macron got ku `Ez tu caran tiştên li pişt deriyên girtî diqewimin eşkere nakim. Wek Bismark gotiye, Eger ji mirovan re reçeteya sosîsan bête vegotin, ez bawer nakim ku ew ê dîsa sosîsan bixwin`.

Li gor gotinên Macron, `şîroveyên pêjgehî` alîkariya servîsa meseyan û vebûna dilçûnê nakin. Macron her weha got ku axaftina bi Trump re bi awayeke vekirî derbaz bû.

Berî niha çavkanîyeke ji CNNê ragihandibû ku axaftina bi telefonê ya di navbera Macron û Trump ya hefteya borî `erjeng` bû. Li gor nûçeya kanala BFMTVê jî, Serokomarê Fransayê ji aliyê DYAyê ve sepandina bacên li ser alumînyûm û polayê wek xeletiyeke mezin bi nav kir.

Hefteya borî eşkere bû ku DYA bacên li ser alumînyûm û pîlayê yên ji Ewropa, Kanada, Meksîka û welatên din ji %10 heta ji % 25an dide zêdekirin û Arjantînê li derveyê wê sepanê dihêle. Yekîtiya Ewropayê (YE) wê di çarçoveya Rêxistina Bazirganiya Cîhanî de pêvajoya hiquqî li dijî wê biryarê bide destpêkirin.

Etîketan:
Pola, Alunimyûm, Emanuel Makron, Bac, Donald Trump, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr