04:23 22 Hezîran 2018
Karîkatur

Koreya Bakûr ji Trump daxwaza veberhênanê kir

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Ajansa Blumberg, ku xwe dispêre rojnameya Donga Ilbo, ragihand ku cîgirê serokê Komîteya Navendî ya Partîya Kedê ya Koreya Bakûr Kîm En Chol di hevdîtina bi serokê DYAyê Donald Trump re daxwaz kirîye ku Amerîka li welatê wî di ware tûrîzmê de veberhênanê bike.

Karîkatûr

Li gor daneyên rojnameyê, Kîm En Chol xwestiye ku bi taybet li herêma deravî Volsan-Kalma û herêma kaşûnê Masigryongê veberhênan bête kirin. Berî niha hatibû ragihandin ku roja 1ê Hezîranê serokê DYAyê Donald Trump li Qesra Spî pêşwazîya cîgirê serokê Komîteya Navendî ya Partîya Kedê ya Koreya Bakûr Kîm En Chol kirîye. Kîm En Chol nameya lîderê Koreya Bakûr Kîm Chen In, ku naveroka wê nehate eşkerekirin, radestê Trump kirîye.

Piştî hevdîtina li Qesra Spî ya Donald Trump û Kîm En Chol, serokê DYAyê ragihand ku hevdîtina bi lîderê Koreya Bakûr re ya ji bo roja 12ê Hezîranê hatî destnîşankirin, wek hatî plankirin wê li Sîngapûrê were pêkanîn. 

Etîketan:
Veberhênan, Koreya Bakûr, DYA, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr