03:04 18 Hezîran 2018
Karîkatur

Senatorê amerîkî: Koreya Bakûr tu caran dest ji bernameya nukleerî bernade

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor ragihandina televîzyona ABC Newsê, senatorê amerîkî Marko Rubio li ser wê baweriyê ye ku Koreya Bakûr tu caran dest ji bernameya xwe ya nukleerî bernade û tevgerên lîderê wê jî ji şowê zêdetir tişteke din nine.

Karîkatûr

Senator Rubio di hevpeyvîna televîzyonê de li ser mijara bernameya nukleerî ya Koreya Bakûr de wiha got: “Ez wisa difikirim ku lîderê Koreya Bakûr Kim Jong-un naxwaze dest ji bernameya nukleerî berde û çekên nukleerî tune bike. Ew dixwaze xwe wek lîdereke aştîxwaz û bi aqil nîşan bide. Ew yek ji şowê zêdetir tişteke din nine. Kim Jong-un sê girtîyên amerîkî yên ku tu sûcê wan tune bû azad kir, tesîseke nukleerî hilweşand, ku bi ihtimaleke mezin êdî kevin bû û pêwistî bi wê nemabû. Hêjayê gotinê ye ku cihê tesîs hatî hilweşandin, polîgona ceribandinê bû. Ew dikare çeka nukleerî li her derî biceribîne. Kim Jong-un bi awayeke dilînî û psîkolojîk girêdayî çeka xwe ya nukleerî ye. Ji ber ku bi saya wê çekê xwe giring û bandordar dibîne”.

Kim Jong-un berî niha li ser daxwaza lîderê DYAyê Donald Trump fermana serbestberdana sê girtîyên amerîkî dabû. Her weha Wezareta Parastinê ya Koreya Bakûr jî roja 24ê Gulanê sê kanên ceribandina çekên nukleerî  yên li polîgona bi navê 'Punggye-Ri' îmha kir.

Trump hefteya borî  guftûgoyên bi lîderê Koreya Bakûr re yên ji bo roja 12ê Hezîranê hatibûne destnîşankirin, betal kir. Lê, her weha ragihand ku di demên pêş de guftûgo dikarin destpê bikin. Dawiya hefteya borî hevdîtinên ji bo destpêkirina guftûgoyan hatin pêkanîn. 

Etîketan:
Nêrîn, Senator, Bernameya nukleerî, Koreya Bakûr, DYA, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr

  • Karîkatûr
    Last update: 14:47 15.06.2018
    14:47 15.06.2018

    WSJ: Macron dixwaze fransî bibe zimanê YE yê bingehîn

    Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Serokê Dewleta Fransayê Emanuel Macron piştî ji yekitiyê derketina Brîtanyayê, dixwaze fransî bibe zimanê bingehîn ê saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE).

  • Karîkatûr
    Last update: 17:15 14.06.2018
    17:15 14.06.2018

    Michael McFaul: Ez ê Trump ji bo namzediya Xelata Nobelê pêşniyar bikim

    Balyozê DYAyê yê berê yê Rûsyayê Michael McFaul ragihand ku eger hevdîtinên li Sîngapûrê bi lihevkirina jinavbirinê ya çekên nukleerî yên Koreya Bakûr encam bibin, wê serokê DYAyê Donald Trump ji bo namzediya xelata Nobelê pêşniyar bike.

  • Karîkatûr
    Last update: 16:54 13.06.2018
    16:54 13.06.2018

    Li DYAyê ji aligirên futbolê re şîret hate kirin ku telefonên xwe nebine Rûsyayê

    Li gor ragihandina Reutersê, Rêvebirê Navenda Bergiriya Istixbaratê ya Neteweyî ya DYAyê William E. Evanina şîret li alîgirên futbolê kir ku telefon û navgînên din ên elektronî yên mobîl nebine şampiyoniya futbolê ya li Rûsyayê tê lidarxistin.

  • Karîkatûr
    Last update: 17:54 09.06.2018
    17:54 09.06.2018

    Trump bang kir ku Rûsya vegere G8ê

    Serokê DYAyê Donald Trump roja înê bi awayeke nepayîn ragihand ku pêwist e Rûsya jî di civîna G7ê ya li Kvebeka Kanadayê tê lidarxistin de beşdariyê bike. Serokê DYAyê bang kir ku Rûsya careke din ji bo civînên G7ê were vexwendin.