01:03 20 Hezîran 2018
Karîkatur

Trump ji ber têkçûna guftûgoyan Kim Jong-un tawanbar dike

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê DYAyê Donald Trump sedemê redkirina hevdîtina bi lîderê Koreya Bakûr Kim Jong-un re eşkere kir. Li gor nêrîna Trump, daxuyaniyên dawiyê yên Pyongyangê li Washingtonê wek tehdîda li ser dîyalogê hate pêşwazî kirin.

Karîkatûr

Trump di axaftina xwe ya li Qesra Spî de, pêknehatina hevdîtina bi Kim Jong-un re wek têkçûna Koreya Bakûr bi nav kir. Trump destnîşan kir ku hêzên leşkerî yên DYAyê amade ne bersîvê bidine hemî `bertekên` Koreya Bakûr û zêdekirina fînansmana di ware bergiriyê de bi bîr anî. Li gor gotinên Trump, artêşa DYAyê niha ji hemî deman bi hêztir e.

Li ser pirsa ihtimala şerê bi Koreya Bakûr re Trump wiha bersîv da: `Em lê binêrin, ka wê bûyer çawa pêş bikevin. Ez hêvî dikim ku em xabatê berdewam bikin û bibînin. Lê, em niha di nav rewşeke gelek baş de ne. Ez bi rastî jî difikirim ku Kim Jong-un dixwaze tiştê rast bike. Ji ber wê jî hêvî dikim ku encam baş bibe`.

Trump hêvî kir ku hevdîtin ne niha be jî, di pêşerojê de pêk were û bang li Kim Jong-un kir ku dest ji zextan berde û sîyasetê wisa biguherîne ku bi başkirina şertên jîyana gelê Koreyê re guncav be. 

Trump her weha destnîşan kir ku eger Pyongyang li ser aresteya berê bimeşe, wê rast bi mueyîdeyên herî dijwar ên tewaya dîrokê were û got:`Eger Kim Jong-un biryara dîyaloga berhemdar bide, ez li bendê me`.

Pyongyang jî ji ber têkçûna guftûgoyan Seûl û Waşîngtonê tawanbar dike û tetbîqata leşkerî ya hevpar a DYA û Koreya Başûr wek sedem nîşan dide.

Etîketan:
Têkçûn, Koreya Bakûr, Dîyalog, DYA, Trump, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr

  • Karîkatûr
    Last update: 15:00 19.06.2018
    15:00 19.06.2018

    Senatoyê qedexeya ji Tirkiyeyê re firotina F-35an pejirand

    Pêşnûmaya budçeya Pentagonê ya sala 2019an di Kongreya Amerîkayê de hat pejirandin. Di Kongreyê de pêşnûmaya sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyeyê jî hat dengdan û firotina çekan bo Tirkiyeyê hat sînordarkirin.

  • Karîkatûr
    Last update: 14:47 15.06.2018
    14:47 15.06.2018

    WSJ: Macron dixwaze fransî bibe zimanê YE yê bingehîn

    Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Serokê Dewleta Fransayê Emanuel Macron piştî ji yekitiyê derketina Brîtanyayê, dixwaze fransî bibe zimanê bingehîn ê saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE).

  • Karîkatûr
    Last update: 17:15 14.06.2018
    17:15 14.06.2018

    Michael McFaul: Ez ê Trump ji bo namzediya Xelata Nobelê pêşniyar bikim

    Balyozê DYAyê yê berê yê Rûsyayê Michael McFaul ragihand ku eger hevdîtinên li Sîngapûrê bi lihevkirina jinavbirinê ya çekên nukleerî yên Koreya Bakûr encam bibin, wê serokê DYAyê Donald Trump ji bo namzediya xelata Nobelê pêşniyar bike.

  • Karîkatûr
    Last update: 16:54 13.06.2018
    16:54 13.06.2018

    Li DYAyê ji aligirên futbolê re şîret hate kirin ku telefonên xwe nebine Rûsyayê

    Li gor ragihandina Reutersê, Rêvebirê Navenda Bergiriya Istixbaratê ya Neteweyî ya DYAyê William E. Evanina şîret li alîgirên futbolê kir ku telefon û navgînên din ên elektronî yên mobîl nebine şampiyoniya futbolê ya li Rûsyayê tê lidarxistin.