06:57 22 Hezîran 2018
Karîkatur

Ûkraynayê ji bo organîzekirina hevdîtina Poroşenko û Trump pere dane parêzer

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Mîchael Cohenê parêzerê taybet ê serokê DYAyê Donald Trump ji bo hevdîtina Trump û serokê Ûkraynayê Peter Poroşenko organize bike, bi awayeke nepenî 400 hezar dolar wergirtine.

Карикатур

Pere bi rîya navbeynkarê ku nûnertiya Poroşenko dikir hatine radestkirin. Cohen bi awayeke fermi wek kesê ku berjewendiyên Ûkraynayê diparêze li DYAyê nehatiye tomarkirin û ji ber wê jî bi awayeke nepenî wergirtina pereyan kareke deryasayî ye.

Piştî ku Peter Poroşenko ji DYAyê vegerîya, saziya ûkraynî ya tekoşîna li dijî gendeliyê doza li ser serokê berê yê barêgeha hilbijartinan a Trump, Pol Manafort da rawestandin.

Karmendê payebilind ê istixbarata serokatiya Ûkraynayê behsa bûyerên berî serdana Poroşenko ya Waşîngtonê kir. Li gor ragihandina çavkanî, Michael Cohen ji ber wê yekê hate vexwendin ku balyozxane û lobîstên Ûkraynayê ji bilî bi Trump re kêşandina wêneyan, nikarîbûn hevdîtina herdu serokan organize bikin. Lê, ji Peter Poroşenko re hevdîtin pêwist bû ku wek `guftogoyên fermi` bidin nîşandan. Li gor îdayên çavkaniyê payebilind, Poroşenko biryar da ku bi rîyên nefermî xwe bigihîne Trump. 

Ji bo dabînkirina wê yekê, cîgirê berê yê serokê dewletê hate erkdarkirin. Wî dest bi bikaranîna têkiliyên xwe yên taybet kir û bi rêxistina xwêrxwaziyê ya cihuyan Chabad of Port Washingtonê re kete nav têkiliyê. Bi alîkariya vê rêxistinê, erkdar xwe gihande Michael Cohenê parêzerê Donald Trump û 400 hezar dolar radestê wî kir.

Ji Parêzer Michael Avenatti jî erêkirin û zanyarî hatine wergirtin, ku wextekê li ser çavkaniyên fînansmana Michael Cohen kar dikir. Avenatti niha di doza li hember Trump hatî vekirin de berjewendiyên aktrîsa pornoyê Stormy Danielsê diparêze.
Li gor gotinên Avenatti, bankaya ku hisabê Cohen lê hebû,li ser kirariyên bi guman  ji Wezareta Fînansê re raportan dişîne û di wan raportan de jî tê dîtin ku Cohen ji kesayet yan jî rêxistinên berjewendiyên Ûkraynayê diparêzin pere wergirtine.

Etîketan:
Parêzer, Bertîl, Poroşenko, Ûkrayna, DYA, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr