01:23 20 Hezîran 2018
Karîkatur

Trump: Sîxûrê di barêgehê de jî `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` peyda nekirîye

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku sîxûrê nepenî yê FBiyê jî, ku di sala 2016an de di baregêha wî ya kampaniya hilbijartinan de kar dikir tu şopên `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` peyda nekiriye.

Karîkatûr

Berî niha New York Timesê xwe spartibû çavkaniyekê û ragihandibû ku sîxûrê di barêgeha kampanyaya hilbijartinan de cih digirt, xebatkarê berê yê administrasyonê bû ye, ku li Waşîngtonê kesayeteke naskirî ye û demekê ji bo CIAyê jî kar kirî ye. Wî sîxûrî li ser daxwaza FBIyê bi endamên malbatên George Papadopoulos ve Carter Page re hevdîtin pêk anîne, ku bizanibe ka bi Rûsyayê re hevkarî kirine yan na. Li gor New York Timesê, sîxûr welatiyê DYAyê ye û li Brîtanyayê dersdar e.

Trump di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî ku `Sîxûr ji destpêkê li barêgeha kampanyaya hilbijartinan de cih digirt û tu carî behsa `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` nekir. Ji ber ku tu lihevkirinên bi wî awayî tune bûn. Ew (sîxûr) tenê ji bo wê li wir bû ku zanyariyên sîyasî ragihîne û alîkariya Hillariyê (Clinton) bike ku di hilbijartinan de bi ser keve. 

Trump her weha balk kişand li ser wê yekê ku sîxûr ji bo xebata xwe `pereyên astronomîk` wergirtine û ew yek jî îdayên ku dibêjin sîxûr erka xwe ji ber armancên sîyasî bi cih neaniye, dixin di bin gumanê de.

Trump roja Yekşemê ji Wezareta Dadwerîyê daxwaz kir ku lêbikolin ka FBIyê di kampanyaya wî ya hilbijartinan de destêwerdanî kiriye yan na. Lêpirsîna derbarê destêwerdaniya Rûsyayê ya di hilbijartinên DYAyê de ji aliyê dozgerê taybet Robert Muller û Kongreya DYAyê ve tê rêvebirin. Kremlînê ew îda wek `îdayên bêbingeh` bi nav kiribû.
 

Etîketan:
Rûsya, Hilbijartin, FBI, Trump, DYA, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr

  • Karîkatûr
    Last update: 15:00 19.06.2018
    15:00 19.06.2018

    Senatoyê qedexeya ji Tirkiyeyê re firotina F-35an pejirand

    Pêşnûmaya budçeya Pentagonê ya sala 2019an di Kongreya Amerîkayê de hat pejirandin. Di Kongreyê de pêşnûmaya sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyeyê jî hat dengdan û firotina çekan bo Tirkiyeyê hat sînordarkirin.

  • Karîkatûr
    Last update: 14:47 15.06.2018
    14:47 15.06.2018

    WSJ: Macron dixwaze fransî bibe zimanê YE yê bingehîn

    Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Serokê Dewleta Fransayê Emanuel Macron piştî ji yekitiyê derketina Brîtanyayê, dixwaze fransî bibe zimanê bingehîn ê saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE).

  • Karîkatûr
    Last update: 17:15 14.06.2018
    17:15 14.06.2018

    Michael McFaul: Ez ê Trump ji bo namzediya Xelata Nobelê pêşniyar bikim

    Balyozê DYAyê yê berê yê Rûsyayê Michael McFaul ragihand ku eger hevdîtinên li Sîngapûrê bi lihevkirina jinavbirinê ya çekên nukleerî yên Koreya Bakûr encam bibin, wê serokê DYAyê Donald Trump ji bo namzediya xelata Nobelê pêşniyar bike.

  • Karîkatûr
    Last update: 16:54 13.06.2018
    16:54 13.06.2018

    Li DYAyê ji aligirên futbolê re şîret hate kirin ku telefonên xwe nebine Rûsyayê

    Li gor ragihandina Reutersê, Rêvebirê Navenda Bergiriya Istixbaratê ya Neteweyî ya DYAyê William E. Evanina şîret li alîgirên futbolê kir ku telefon û navgînên din ên elektronî yên mobîl nebine şampiyoniya futbolê ya li Rûsyayê tê lidarxistin.