01:23 20 Hezîran 2018
Karîkatur

Pompeo ji bo ji nû ve lihevkirina bi Îranê re 12 şert danîn

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê karên derve yê DYAyê Mike Pompeo di axaftina xwe ya roja Duşemê ya ji bo çapemeniyê de ji Îranê daxwaza pêkanîna 12 şertan kir, ku li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re ji nû ve li hev bikin.

Karîkatûr

Şertên DYAyê yên ji aliyê wezîrê karên derve Mike Pompeo ve bi çapemeniyê re hatinî parvekirin ev in:

*Îran gereke hemû zanyariyên berê yên leşkerî yên di çarçoveya bernameya nukleerî de radestê Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) bike.

*Îran gereke xebatên sazkirina çeka nukleerî di bin kontrola AEAN de bi dawî bike.

*Îran gereke bê şert û merc destûra serdana hemû objeyên li tewaya welêt bide.

*Îran gereke dest ji belavkirina moşekên balîstîk berde û bernameya moşekên barbir ên çekên nukleerî rawestîne.

*Îran gereke girtiyên amerîkî û yên welatiyên hevalbendên DYAyê serbest berde.

*Îran gereke Hizbullah, HEMAS û `Cîhada Îslamî` ya filistînî jî di nav de, dest ji piştgiriya komên terorîst ên li Rojhilata navîn berde.

*Îran gereke ji serweriya Iraqê re rêzê bigire, li pêşîya bêçekkirin û ji nû ve entegrasyona milîsên şiî re nebe asteng.

*Îran gereke dest ji piştgiriya milîsên husî berde û ji bo çareseriya sîyasî ya konflîkta li Yemenê bixebite.

*Îran gereke hemû hêzên di bin kontrola xwe de yên li Sûriyeyê ji tewaya wî welatî vekişîne.

*Îran gereke dest ji piştgirîya Talîbana li Afganistanê.

*Îran gereke dest ji veşartina rêvebirên astbilind ên rêxistina terorîst `El-Qaîde`yê berde.

*Artêşa Parastina Şoreşa Îslamî gereke dest ji piştgiriya terorîzmê berde.

Pompeo her weha tuwanç kir ku Waşîngton dixwaze desthilata li Îranê bête guhertin. Pompeo di wê derbareyê de wiha got: Elbet gelê Îranê wê biryara derbarê rêvebirên welêt de bide. Eger wê biryarê zûtir bidin, ewê hîn baştir be. Eger gelê Îranê wê biryarê nede, heta ku em encaman bi dest nexin, helwesta me wê gelek dijwar be.

Etîketan:
Peymana nukleerî, Îran, DYA, Mike Pompeo, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr

  • Karîkatûr
    Last update: 15:00 19.06.2018
    15:00 19.06.2018

    Senatoyê qedexeya ji Tirkiyeyê re firotina F-35an pejirand

    Pêşnûmaya budçeya Pentagonê ya sala 2019an di Kongreya Amerîkayê de hat pejirandin. Di Kongreyê de pêşnûmaya sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyeyê jî hat dengdan û firotina çekan bo Tirkiyeyê hat sînordarkirin.

  • Karîkatûr
    Last update: 14:47 15.06.2018
    14:47 15.06.2018

    WSJ: Macron dixwaze fransî bibe zimanê YE yê bingehîn

    Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Serokê Dewleta Fransayê Emanuel Macron piştî ji yekitiyê derketina Brîtanyayê, dixwaze fransî bibe zimanê bingehîn ê saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE).

  • Karîkatûr
    Last update: 17:15 14.06.2018
    17:15 14.06.2018

    Michael McFaul: Ez ê Trump ji bo namzediya Xelata Nobelê pêşniyar bikim

    Balyozê DYAyê yê berê yê Rûsyayê Michael McFaul ragihand ku eger hevdîtinên li Sîngapûrê bi lihevkirina jinavbirinê ya çekên nukleerî yên Koreya Bakûr encam bibin, wê serokê DYAyê Donald Trump ji bo namzediya xelata Nobelê pêşniyar bike.

  • Karîkatûr
    Last update: 16:54 13.06.2018
    16:54 13.06.2018

    Li DYAyê ji aligirên futbolê re şîret hate kirin ku telefonên xwe nebine Rûsyayê

    Li gor ragihandina Reutersê, Rêvebirê Navenda Bergiriya Istixbaratê ya Neteweyî ya DYAyê William E. Evanina şîret li alîgirên futbolê kir ku telefon û navgînên din ên elektronî yên mobîl nebine şampiyoniya futbolê ya li Rûsyayê tê lidarxistin.