06:59 22 Hezîran 2018
Karîkatur

The Wall Street Journal: Trump ji ber `Herika Bakûr-2` guşarê li Merkelê dike

Karîkatur
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor ragihandina The Wall Street Journalê, Serokê DYAyê Donald Trump di hevdîtina mehek berî niha ya bi serokwezîra Almanyayê Angela re jê daxwaz dike ku piştgiriya avakirina `Herika Bakûr-2` neke.

Karîkatûr

Serokê DYA ji Merkel re pêşniyar dike ku di dewsa projeya `Herika Bakûr-2`, peymana nû ya bazirganiya di navbera herêman de gotûbêj bikin. Gelo Almanya dê vê pêşniyarê qebul bike? Eksperê Fona Ewlekariya Enerjiya Niştîmanî Îgor Yuşkov ji  radiyo Spûtnîk re  nêrîna xwe ya derbarê vê mijarê de parve kir. Li gor gotinên wî, Almanya wê pêşniyara DYA nepejrîne. Pispor bawer e ku li Berlînê baş têdigihêjin ku Trump xwe wek siysetmedarekî ne ewle diyar dike. Yuşkov got ku serokê DYA berjewendiyên ewropiyan ber bi çav nake.

Helwesta  DYA

Li gor weşana Spiegelê, berî demekê cigîra dîrektorê Wezareta Enerjiyê ya DYA Sandra Oudkirk ragihandibû ku Waşîngton bi niyête pêşî li avakirina `Herika Bakûr-2` bigire. Li Berlînê di axaftina xwe de, Oudkîrk tekez kir ku DYA dikare li hember beşdarvanên projeya avakirina xetê sizayan bisepîne. Lê tevî wê, Waşîngton hêvî dike ku  tiştekî wisa neqewime. Li gor gotinên Oudkîrk, Amerîka wê pir kêfxweş  be, eger ev proje neyê pêkanîn. Siyasemedara amerîkî  diyar kir  ku helwesta DYA bi sedemên  jeopolîtîk û enerjiyê ve grêdayî ye.

`Herika Bakûr-2` 

Welatên ku di pêkanîna projeya `Herika Bakûr-2` de beşdarî dikin, hisabê bandora sizayên DYA yên li dijî Rûsyayê dikin. DYA û Ûkrayna li dijî projeyê derdikevin, Ûkrayna ditirse ku ji tranzîta sotemeniya  rûsî bêpar bimîne. Waşîngton jî hewl dide ku gaza xwe ya sirûştî bifroşe Ewropayê. Lîderên Lîtvanya, Polonya û Letonyayê ji alîyê xwe ve hesab dikin ku avakirina xeta gazê – projeyeke siyasî ye.
Welatên wek Almaniya, Fînlandiya  ji bo avakirina xeta gazê destûra xwe dabûn.  Welatên navborî êdî dest bi xebatên amadekariyê  kirine. Di çarçova projeyê de, tê pêşbînî kirin, ku dû xetên gazê yên bi baresteya 55 miliyar metrekûb gaz di salê de,  ji peravên Rûsyayê bin Deriya Baltîkayê heya Almanya  bêne kişandin. Li gor pilanan, wê xeta nû li nêzî `Herika Bakûr` ya ku êdî tê bikaranîn  bête kişandin. Hevkarên ewropî yên wek Shell, OMV, Engie, Uniper û Wintershall – ji alî xwe ve  nîvê  fînansekirina  `herika Bakûr-2` hildigirtin ser xwe, ango her yek ji wan wê 950 milyon ewro bide. Nîvê beşa din ya fînansekirinê ango 4,75 milyar ewro şîrketa rûsî  Gazprom hilgirtiye  ser xwe.     
   

Etîketan:
Almanya, DYA, Harika Bakûr-2, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirkarîkatûr