00:38 25 Gulan 2018
    Karîkatur

    Koreya Bakûr ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re guftûgoyên bi Koreya Başûr re rawestand

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koreya Bakûr ji ber tetbîqata leşkerî ya hevpar a Koreya Başûr û Amerîkayê guftûgoyên astbilind yên bi Koreya Başûr re yên ji bo roja 16ê Gulanê hatinî destnîşankirin rawestand.

    Karikatur

    Hevdîtina roja 16ê Gulanê ya lîderên herdu welatan li ser daxwaza lîderê Koreya Bakûr Kim Jong-un hatibû plankirin. Pyongyangê her weha gef xwar ku hevdîtina lîderên Koreya Bakûr û DYAyê jî betal bike.

    Tetbîqata leşkerî ya hevpar a bi Amerîkayê re ya bi navê Max Thunder li Koreya Başûr ji roja 15ê Nîsanê ve berdewam dike. Di tetbîqatê de li dora 2 hezar leşkerên amerîkî û koreyî beşdariyê dikin.

    Di dawiya meha Nîsanê di navbera lîderên Koreya Bakûr û Koreya Başûr de piştî 10 salan hevdîtina yekemîn hatibû lidarxistin. Di encamê hevdîtinê de deklerasyona hevpar hatibû pejirandin û tê de hatibê destnîşankirin ku `Koreyên Bakûr û Başûr wê başkirin û pêşvebirina bergehdar a têkiliyan dabîn bikin û bi wî awayî xweşguzarî û yekbûna aştiyane ya pêşerojê nêzîktir bikin`.

    Etîketan:
    Rageşî, Tetbîqat, Nîvgirava Koreyê, Nîvgirava Koreyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr