00:37 25 Gulan 2018
    Karîkatur

    Qesra Spî: Gurbûna rewşa li Xezayê bandore li çareseriya aştiyane nake

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê berdevkê Koşka Spî Raj Shah ragihand ku gurbûna rewşa li Xezayê, ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn, bandore li planên DYAyê yên çareserkirina konflîkta di navbera Îsraîl û Filistînê de nake.

    Karîkatûr

    Raj Shah di brîfînga ji bo rojnamevanan hatî sazkirin de wiha axivî: “Di dema guncav de plana aştiyê wê bête raberkirin. Bûyerên niha yên wek li Qudsê vekirina balyozxaneyê û trajediya li başûrê Îsraîlê bandore li plana aştiyê nake”.

    Beriya ku Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê ji bo Qudsê were veguhastin, li ser sînorê Xezayê ji aliyê filistîniyan ve xwepêşandan hatin lidarxistin û di navbera wan xwepêşander û hêzên Îsraîlê de pevçûn derketin. Di encama van pevçûnan de 59 filistînîyan canê xwe dan û ev yek rastî nerazîbûna civaka navdewletî hat.

    Etîketan:
    DYA, Filistîn, Îsraîl, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr