11:50 23 Gulan 2018
    Karîkatur

    Erebistana Siûdî ji Qatarê daxwaz kir ku leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adîd el-Cubeyr ragihand ku eger Qatar naxwaze ji piştgiriya leşkerî ya DYAyê bêpar bimîne, pêwist e leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê.

    Karikatur

    Wezîrî siûdî her weha ragihand ku pêwist e Qatar lêçûnên leşkerî yên DYAyê yên li Sûriyeyê razî bike, ku serokê DYAyê biryara destjêberdana parastina Qatarê nede.

    Adîd el-Cubeyr destnîşan kir ku eger DYA dest ji dabînkirina ewlekariya Qatarê berde, di nava heftiyekê de wê rejîma li Qatarê bête wergerandin.

    Rûsyayê bertek nîşanê fikra ber bi Sûriyeyê ve şandina leşkerên Qatarê da. Li gor gotinên senator rûsî Îgor Morozov, tevgerên bi wî awayî binpêkirina rêziknameya NY û normên hiqûqa navneteweyî ye û Moskow bi awayeke tund li dijî wê yekê ye.

    Di meha Hezîrana sala par Erebistana Siûdî, Misir, Yekitiya Mîrgehên Ereb û Bahreynê, Qatar bi piştgiriya terorîzmê tawanbar kirin û pê re têkilîyên dîplomatîk dane rawestandin. Hewldanên Kûweytê yên lihevanîna cînaran tu encam nedan.

    Etîketan:
    Sûriye, Qatar, Erebistana Siûdî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr

    • Karîkatûr
      Last update: 11:05 23.05.2018
      11:05 23.05.2018

      DYA dixwaze li Venezuelayê demokrasiyê verast bike

      Wezîrê karên derve yê DYAyê Mike Pompeo ragihand ku ji bo `verastkirina demokrasiya` li Venezuelayê wê dema herî kurt de dest bi wergirtina tedbîrên aborî û dîplomatîk bikin.

    • Karîkatûr
      Last update: 15:33 22.05.2018
      15:33 22.05.2018

      Pompeo ji bo ji nû ve lihevkirina bi Îranê re 12 şert danîn

      Wezîrê karên derve yê DYAyê Mike Pompeo di axaftina xwe ya roja Duşemê ya ji bo çapemeniyê de ji Îranê daxwaza pêkanîna 12 şertan kir, ku li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re ji nû ve li hev bikin.

    • Karikatur
      Last update: 13:18 22.05.2018
      13:18 22.05.2018

      Clinton: Dema ku tu bi wan nikaribe, tevlî wan bibe

      Namzeda berê ya serokatiya DYAyê Hillary Clinton di axaftina xwe ya Zanîngeha Yaleyê de, gotin li bin çengê serokê DYAyê Donald Trump xist ku di hilbijartina serokatiyê de dijberê wê bû: "Dema tu bi wan nikaribe divê tu tevlî wan bibe."

    • Karîkatûr
      Last update: 14:49 19.05.2018
      14:49 19.05.2018

      The Wall Street Journal: Trump ji ber `Herika Bakûr-2` guşarê li Merkelê dike

      Li gor ragihandina The Wall Street Journalê, Serokê DYAyê Donald Trump di hevdîtina mehek berî niha ya bi serokwezîra Almanyayê Angela re jê daxwaz dike ku piştgiriya avakirina `Herika Bakûr-2` neke.