22:34 22 Gulan 2018
    Karîkatur

    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di daxuyaniya hevbeş a wezîrên karên derve û wezîrên ewlekariyê yên welatên G7ê de hate ragihandin ku welatên G7ê ji ber tevgerên Rûsyayê yên `nearamkirina` Sûriye, Ûkrayna û welatên cînar bêhedar in.

    Karikatur

    G7ê her weha Rûsya bi destêwerdaniya pêvajoyên demokratîk û meşandina kampanyayên dezînformasyonê tawanbar kir.
    Berî niha jî welatên G7ê ragihandibûn ku Moskow aramiya cîhanê têk dibe û ji ber wê jî gereke mueyideyên ji ber Donbassê li hember Rûsyayê têne sepandin, bêne xurtkirin.

    Dewletên rojavayî ji ber operasyona li Sûriyeyê Rûsyayê tawanbar dikin. Ji Moskowê jî destnîşan dikin, ku Rûsya li ser vexwendina fermi ya serokê Sûriyeyê Beşar Esad li wî welatê Rojhilata Navîn e. Lê, koalîsyona rojavayî berovajiya wê, bi tevî dijderketina Şamê û biryara NY li Sûriyeyê dest bi operasyonan kirin.

    Ji bilî wê jî, Rojava Rûsyayê bi destêwerdaniya karên navxweyî yên Ûkraynayê tawanbar dike. Moskowê gelek caran ragihand ku Rûsya ne alîyeke konflîktê ye û tu têkildariya wê bi bûyerên li Donbassê re tune ye.



    Etîketan:
    Tawanbarî, Rûsya, Rojava, G7, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr

    • Karîkatûr
      Last update: 15:33 22.05.2018
      15:33 22.05.2018

      Pompeo ji bo ji nû ve lihevkirina bi Îranê re 12 şert danîn

      Wezîrê karên derve yê DYAyê Mike Pompeo di axaftina xwe ya roja Duşemê ya ji bo çapemeniyê de ji Îranê daxwaza pêkanîna 12 şertan kir, ku li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re ji nû ve li hev bikin.

    • Karikatur
      Last update: 13:18 22.05.2018
      13:18 22.05.2018

      Clinton: Dema ku tu bi wan nikaribe, tevlî wan bibe

      Namzeda berê ya serokatiya DYAyê Hillary Clinton di axaftina xwe ya Zanîngeha Yaleyê de, gotin li bin çengê serokê DYAyê Donald Trump xist ku di hilbijartina serokatiyê de dijberê wê bû: "Dema tu bi wan nikaribe divê tu tevlî wan bibe."

    • Karîkatûr
      Last update: 14:49 19.05.2018
      14:49 19.05.2018

      The Wall Street Journal: Trump ji ber `Herika Bakûr-2` guşarê li Merkelê dike

      Li gor ragihandina The Wall Street Journalê, Serokê DYAyê Donald Trump di hevdîtina mehek berî niha ya bi serokwezîra Almanyayê Angela re jê daxwaz dike ku piştgiriya avakirina `Herika Bakûr-2` neke.

    • Karîkatûr
      Last update: 13:59 17.05.2018
      13:59 17.05.2018

      Dodon: Ofîsa NATOyê ya li Kîşînovê wê bête girtin

      Serokê Moldovayê Îgor Dodon ji rojnameya rûsî Îzvestiyayê re ragihand ku bi ihtimaleke mezin ofîsa NATO ya li Kîşînovê wê piştî hilbijartinên parlamentoyê yên dawiya sale bête girtin.