09:44 24 Nîsan 2018
    Karîkatur

    Dîrektorê berê yê FBIyê: Trump derewîn e û dişibe mafyayê

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor ragihandina televîzyona ABC Newsê, Dîrektorê berê yê FBIyê Jeyms Comey yê di meha Gulana sala par de ji peywirê hatibû dûrxistin, di pirtûka xwe ya bîranînan de, serokê DYAyê Donald Trump dişibîne mafyaya ku ji endamên xwe daxwaza dilsozîtîyê dike.

    Karikatur

    Di pirtûka bi nave `Dilsozîya li ser asta bilind. Rastî, derew û lîdertî` de, ku hêj di çapê de ye û kopîya wê gihaştîye destê ABC Newsê, di dema firavîneke girtî ya li Qesra Spî ya heftîyekê piştî sondxwarinê, Trump ji Jeyms Comey re dibêje: `Ji min re dilsozîtî pêwist e. Ez li benda dilsozîyê me`. Comey dibêje `Daxwaza wî  dişibîya daxwazên mafyayê ya wek di seramoniya  malbata Gambîno (Cosa Nostra) ya dilsozîxwestinê`. Piştî wan gotinên Trump, Jeyms Comey bersîvê nade û bêdeng dimîne. Di dawîya firavînê de Trupm careke din jê re dibêje: `Dilsozîtîya ji dil pêwist e`.

    Rojnameya Waşîngton Post jî behsa heman pirtûka ku piştî heftîyekê wê ji bo firotinê derkeve pîyaseyê dike û cih dide wan gotinên Jeyms Comey: `Trump wek derewîneke bi navdarîya xirab e, di bin bandora egoya xwe de tev digere û bi awayeke çalak li dor xwe gûzika tevlihev  a alternatîva rastiyê ava kiriye û hemû xebatkarên kabîneyê jî têkil kirine`.

    Etîketan:
    Mafya, Pirtûk, James Comey, Trump, FBI, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr