10:07 24 Nîsan 2018
    Karîkatur

    Amîralê amerîkî: Rûsya teqlîdê êrîşa nukleerî li Amerîkayê dike

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Amîralê amerîkî Harry Harris di axaftina xwe ya Kongreya Amerîkayê de, aciziya xwe ya ji tetbîqatên leşkerî yên Rûsyayê re anî ziman.

    Karikatur

    Harris ragihand "Hêzên rûsî yên stratejiya nukleer têne modernîzekirin û bi awayekî nizamî tetbîqetên êrîşÊN nukleerî li dijî parzemîna Amerîkayê têne kirin."

    Harris got ku balafirên bombebarana stratejîk ên Rûs Tu-95an li sînorê Amerîka û Kanadayê ji bo amadekariya murettebatan firînan pêk tînin.

    Herwiha Harris got hêzên bêjahiyê yên stratejîk ên rûsî jî texlîdên êrîşên nûkleerî dikin û ber bi bakurê Amerîkayê ve tetbîqetên ceribandinên moşekî dikin.

    Amîralê amerikî li ser radestkirina noqavên rûsî yên Boreyî ku dikarin moşekên balîstîk ragirin bal kişande ser wê yekê ku Moskowa potansiyela xwe nukleerî zêde kir.

    RUSYA: TETBÎQETÊN ÇEKÊN NUKLEERÎ PRATÎKÊN ASAYÎ NE

    Rûsyayê bersiv da daxuyaniyên Harrisî. Pisporan dan zanîn ku tetbîqetên çekên nukleerî di nava Artêşa Rûsyayê de pratîkên asayî ne.

    Dîrektorê Navenda Konjonktura Stratejîk a Rûsyayê Ivan Konovalov, "Hebûna çekên nukleerî li welatekî ku endamê 'Kluba Nukleer' be di dema bûyereke teorîk de bikaranîna çekan mimkûn e."

    Bi heman mijarî:

    Theresa May: Ihtimaleke mezin berpirsiyarê kuştina sîxurê rûsî Rûsya ye
    Serokwezîra Brîtanyayê May plana cihêbûna ji YEyê eşkere kir
    'Trump û Kim dê li hev bicivin'
    'Plana Trump ji ber obezîte û tiryakê dibe ku pêk neyê'
    Etîketan:
    Tetbîqet, Karîkatur, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr