11:45 27 Nîsan 2018
    Karîkatur

    Lavrov: ‘Bo Brîtanyayê ‘Qralîçeya delîlan' ne îtîraf e, hewildana çêkirina gumanê ye'

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku derbarê jehrîkirina sîxûrê rûsî yê berê Sergey Skripal û keça wî li Brîtanyayê bi gaza sînîrî ya ‘Novîçokî' bi zanebûnî bala raya giştî didine vê hêlê û ew dê destûrê nedine vê yekê.

    Karikatur

    Lavrov di civîna li Moskowayê ya bi hevkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re li axivîbû û derbirîbû ku ku, "Bo Brîtanyayê ‘qralîçeya delîlan' ne li xwe mikûrhatinek e hewildana çêkirina şubheyan e. Dixwazin tevahiya raya giştî ya cîhanê vê wisa qebûl bike lê wiha naçe serî. Rûsya dê destûrê nede. Ta ku delîlên şênber pêşkêş nekin divê ji bo hewildanên manîpulatîf bersiv were dayîn."

    Lavrov teqez kir ku ji bo ku Rûsya Skripal û keça wî jehrî bike tu sedem tune ne û lewra yên Rûsofobîk tevlî vê helmetê dibin.

    Rûsyayê derbarê daxuyaniya Balyozxaneya Brîtanyayê ya derheqê OPCWê gotibû ku ‘dev ji derxistina hîsteriyan berdin û ji bo destpêka danûstendinên zelalkirina bûyerê daxwazên xwe yên fermî bikin. Hişyariyeke qûncaw: Di vê mijarê de em delîlan dixwazin'

    Bi heman mijarî:

    'Trump û Kim dê li hev bicivin'
    Theresa May: Ihtimaleke mezin berpirsiyarê kuştina sîxurê rûsî Rûsya ye
    Serokwezîra Brîtanyayê May plana cihêbûna ji YEyê eşkere kir
    Etîketan:
    karîkatur, Sergey Lavrov, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr