20:27 24 Gulan 2018
    Karîkatur

    Polîsê Îsraîlê: Têra xwe delîl hene ku Netenyahûyî bertîl xwarine

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya Rojnameya Haartzê, polîsên îsraîlî roja sêşemê ragihand ku têra xwe delîl hene ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahûyî di bûyerên cuda ne, bertîl xwarine, gendelî kiriye û bawerî bi xerabî bi kar anî.

    Karikatur

    Li gorî polîsî, yek ji wan herdu dozan, "doza 1000" ye ku Netenyahû ji çêkerê Hollywoodê yê îsraîlî-amerîkî Aron Milchanî herî kêm şampanya, pûro, gewher, kinc û diyariyên wek wan ên buha yên stendine. Tê gotin ku qîmeta wan diyariyan milyonek şekel(280.000 dolarî) e. Herwiha Netenyahû ketibû navberê da ku televizyona Kanal 10ê îflas neke ku Milchan hisedarê wê yê biçûk bû.

    Di "Doza 2000" ya duyem de jî polîs dibêje ku Netenyahû bi weşangerê rojanmeya  Yedioth Ahronothê, Arnon Mozesî re rêkeftina "hevkanriyeke beramber" kiriye û li gorî rêkeftinên devkî tevgeriyaye.

    Netenyahûyî ew tawanbarkirin red kiribûn.

     

    Etîketan:
    Benyemaîn netenyahû, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr