02:17 24 Nîsan 2018
    Karîkatur

    Trump ‘balafireke nû îcad kir: F-52'

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump dema mazuvaniya Serokwezîre Norweçê dikir qalkir ku ew F-52yan difroşin Osloyê. Lê belê Amerîka balafireke bi navê F-52 na hilberîne.

    Karikatur

    Ji bertekên kesên li salonê Trumpê ku fêhm kir xeletiyek kiriye, hewl da xeletiye xwe sererast bike û got: " Bi tevahî me 52 heb firotin û beşek ji wan me teslîm kiriye, heta li gor demjimêrê me berî wext jî teslîm kirine. Sîparîşeke 10 milyar dolarîye tişta em qala wê dikin."

    Ji ber ku balafireke wisa tuneye Trump careke din li ser medyaya civakî bû armanca henekpêkirinê.

    Bikarhênerê bi navê ‘Kevin' nivîsî, ‘F-52 balafireke nûwaze ye' û maketa balafireke ku ji kaxezê hatiye çêkirin parvekir. ‘John Howie' jî li jêr fotografê pîlotê ku derketiye ser derencê û gava xwe diavêje balafireke ku xuya nake weha nivîsî: "Dîmenê gelekî nepen yê pîlotekî dema hewl dide li balafira F-52 siwar bibe."

    Bi heman mijarî:

    Polîsên Almanyayê kerwana Obusan a DYAyê da rawestandin
    ‘Planên Amerîkayê têkçûn'
    ‘Êrişa terorîstan a bi NHBê rûpelek nû di dîroka terorîstan de vekir'
    ‘Êrişa Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê xizmeta berjewendiyên terorîstan dike'
    Etîketan:
    medyaya civakî, F-52, balafir, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr