22:45 22 Çile 2018
Zindî
    Karîkatur

    'Rûsya dê nekeve pêşbirka biçekbûnê'

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî di civîna xwe ya çapemeniyê ya salane de diyar kir ku mezaxtinên Rûsyayê yên leşkerî dê bandoreke neyênî li programa sosyo-aborî nekin û dê nebin sedema têkçûna aboriyê.

    Karikatur

    Pûtînî got, "em nikarin di warê berevaniyê de bi qasî DYAyê mezaxtinê bikin. Rûsya ji bo berevaniyê 46 milyar dolarî vediqetîne lê DYA plan dike di sala 2018an da 700 milyar bimezêxe. Rûsya dê guh bide bipêşdeketina artêşa xwe lê dê nekeve pêşbirkê. Gava em artêşa xwe xurt bikin, em ê ziyanê negihînin budçeya xwe".

    Generalê malnişîn Lulooglu ev daxuyaniya Pûtînî ji Spûtnîkê re nirxand û diyar kir ku ev gotin tên wê wateyê ku Rûsya di navbera hevsengiya hêzên navdewletî û aboriya xwe de helwesteke hevseng dişopîne.

    Bi heman mijarî:

    Telar Fayeq: Dibe ku heta dawiya salê balafirxaneyên Herêma Kurdistanê bên vekirin
    'Biryara Trumpî ya Qudsê dişibe biryara serxwebûna Kurdistanê'
    Serokê Parlementoya Kurdistanê di têkoşîna li dijî gendeliyê de piştgirî da Ebadî
    Ji Bexdayê daxuyaniya qedexeyên balafirxaneyên Kurdistanê
    'Rosneft û Gazprom xebatên li Kurdistanê ranawestînin'
    Çekdarên nenas vê carê li Kurdistanê bi şêweyekî din derketin holê
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr

    • Karikatür
      Last update: 16:36 19.01.2018
      16:36 19.01.2018

      'Ne Rûsyayê, FBIyê midaxeleyê hilbijartinên Amerîkayê kir'

      Analîstê berê yê CIAyê Ray McGovern, ku îdiayên dibêjin Rûsyayê midaxeleyî hilbijartinên serokatiya Amerîka yên sala 2016ande kiriye red dike, bal kişand ser ku midaxeleya rastî ji aliye Ofîsa Lêpirsînê ya Federal (FBI) ve hatiye kirin.

    • Karîkator
      Last update: 15:18 19.01.2018
      15:18 19.01.2018

      ‘Amerîka dixwaze li rojhilatê Çemê Firatê bimîne'

      Pisporê Enstîtuya Akademiya Zanistî ya rûsî Sergey Balmasov ji Russia Todayê (RT) re axivî û diyar kir ku Washington astengiyan ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re derdixe da ku ji nû ve desthilatadariya li giştiyê welêt bi dest nexe.

    • Karikatur
      Last update: 13:54 13.01.2018
      13:54 13.01.2018

      Trump ‘balafireke nû îcad kir: F-52'

      Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump dema mazuvaniya Serokwezîre Norweçê dikir qalkir ku ew F-52yan difroşin Osloyê. Lê belê Amerîka balafireke bi navê F-52 na hilberîne.

    • Karikatur
      Last update: 16:28 12.01.2018
      16:28 12.01.2018

      Polîsên Almanyayê kerwana Obusan a DYAyê da rawestandin

      Li eyaleta Saksonya ya Almanyayê, kerwana ku ji bo fîrmayek lojîstîk ji Polonyayê ketibû rê ji aliyê polîsên Almanyayê ve hat rawestandin. Di kerwanê de obusên 6 M109 yên amerîkî hatin bidestxistin.