18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Karîkatur

    Malê sereke yê ku Trump ji bo îxrackirinê keşf kiriye: Covfefe

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 2710

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku bi ‘zanîna xwe ya dîrokê’ û afirandina peyvên nû li ser medya civakî dibe rojev, vê carê jî zanîna xwe ya cografyayê nîşanî her kesî da!

    Karikatür

    Trump li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 72yan ku li New Yorkê birêve çû, di xwarina bi serokên Afrîkî re de du caran behsa navê welatê ‘Nambiya' kir.

    Her çiqas nehat zanîn bê Trump bi peyva Nambiya xwestiye bibêje, Gambiya yan jî Zambiya jî bikarhênerên medya civakî mijar bo Trump ronî kirin.

    Bikarhênerekê Twitterê li ser mijarê got, ‘Twita yekem a Trump beriya razanê' û peyva ‘covfefe' ya Trump ku di twîteke xwe de nivîsîbû bi bîr xist.

    Bikarhênerê bi navê OkayAfrika jî wiha nivîsî: "Li gorî lêkoleran, malê sereke yê îxrackirinê yê Nambiyayê Covfefe ye. Ji bo zêdekirina bazirganiyê li ser peymaneke mezin kar dikin. Peymaneke pir pir mezin."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr