14:58 24 Çile 2018
Zindî
    Karîkatur

    Dalay Lama: Ez xeyal dikim ku navenda NATOyê bo Moskowê veguhesînim

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê rûhanî yê tîbetê Dalay Lama got ku xeyal dike navenda NATOyê bo Moskowê bê veguhestin û diyar kir ku gaveke wiha dê gelê DYA û yê Rûsyayê nêzîkî hev bike.

    Karikatür

    Dalay Lama bi rojnameya komersantê re axivî û diyar kir ku xeyal dike navenda NATOyê bo Moskowê bê veguhestin û nerînên xwe yên di vê mijarê da wiha vegotin: "Di hişmendiya rûsî de, NATO hêzên neyar sembolîze dike.

    Eger nivîsgeke hevbendiyê li Moskowê bê dîtin, dê ji aliyê derûnî ve vehesîne û dê hesteka wiha çêke wek ku amerîka û rûsya bi hev re ne."

    "DITIRSIM MIN NEXIN AMERÎKAYÊ"

    Dalay Lama piştî vê pêşniyarê diyar kir ku ditirse, wî derbasî Amrîkayê nekin.

    "GUHERÎNÊN GIRÎNG LI DINYAYÊ DIQEWIMIN'

    Ji aliyê din ve, serokê rûhanî yê tîbetê destnîşan kir ku guherînên giring li dinyayê çêdibin.

    Dalay Lama wiha got: "Ez li Amerîkayê dinerim û dibînim ku gelek rexne li Qesra Spî tên giritin. Berî niha gelek kesên ku piştgirî dida Trump, îro li dijî wî derdikevin. Li Rûsyayê dinerim, dibînim li dijî gendeliyê derdikevin û gelek meylên cûrbicûr hene. Wiha difikirim ku di serdema Stalînî de ev ne pêkan bû. Belkî leza wan ne li gorî dilê we be lê guherîn diqewimin. Ez bawer dikim siberojeke geş li hêviya Rûsyayê ye. Rûsya dikare bibe pireke rasteqîn di navbera rojava û rojhilat da."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr

    • Karikatur
      Last update: 13:51 24.01.2018
      13:51 24.01.2018

      Anketa Gallupê: Rêjeya ecibandinê ya serokatiya Amerîkayê kêm bûye

      Li gorî anketa dawî ya şîrketa lêkolîna rayagiştî ya Gallupê li 134 welatan ecibandina serokatiya Amerîkayê de di rêjeya ji sedî 30î de ma. Ev rêje di bin rêjeya serdema serokên berê Barack Obama û George W. Bush de ye.

    • Karikatur
      Last update: 16:27 23.01.2018
      16:27 23.01.2018

      ‘Polîtîkaya Sûriyeyê ya Amerîkayê bêkêr e'

      Ji Akademiya Dîplomasiya Rûsyayê Prof. Dr. Aleksandr Vavîlov ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku bi taybetî polîtîkayên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn a Amerîkayê bêkêr in.

    • Karikatür
      Last update: 16:36 19.01.2018
      16:36 19.01.2018

      'Ne Rûsyayê, FBIyê midaxeleyê hilbijartinên Amerîkayê kir'

      Analîstê berê yê CIAyê Ray McGovern, ku îdiayên dibêjin Rûsyayê midaxeleyî hilbijartinên serokatiya Amerîka yên sala 2016ande kiriye red dike, bal kişand ser ku midaxeleya rastî ji aliye Ofîsa Lêpirsînê ya Federal (FBI) ve hatiye kirin.

    • Karîkator
      Last update: 15:18 19.01.2018
      15:18 19.01.2018

      ‘Amerîka dixwaze li rojhilatê Çemê Firatê bimîne'

      Pisporê Enstîtuya Akademiya Zanistî ya rûsî Sergey Balmasov ji Russia Todayê (RT) re axivî û diyar kir ku Washington astengiyan ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re derdixe da ku ji nû ve desthilatadariya li giştiyê welêt bi dest nexe.