09:23 23 Tebax 2017
Zindî
    Karîkatur

    Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê bangî Balyozê Îsraîlê kir

    Karîkatur
    Lînkê kurt
    0 20102

    Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê Gary Koren piştrast kir ku Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ji bo operasyona ezmanî ya li nêzî bajarê kevnare Palmîrayê ya Sûriyeyê ku hêzên ezmanî ya welatê wî pêk anîtibû, bangî wî kirine.

    Hedefên divê bên lêxistin di vir de cih digirin...an jî li vir...

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov di bersivdayîna pirsa ‘gelo rast bû ji bo êrişên hewayî yên Îsraîlê li derdora Palmîraya Sûriyeyê pêk anîn we bangî Balyozê Îsraîl yê li Moskowê Gary Koren kir got: "Belê rast e me bangî wî kir û me ev mijar jê pirsî."

    Rojnameya îsraîlî Jeruselam Post jî di nûçeya xwe de ragihandibû ku Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo êrişên ezmanî yên Sûriyeyê bangî Balyozê Îsraîl yê li Moskowê Gary Koren kir.

    Li gorî îdîaya rojnameyê balafirên şer ên Îsraîlê li noqteyeke nêzî leşkerên Rûsyayê ku lê bi cih bibûn êrişa hewayî pêk aniye.

    Herwiha piştî êrişê Sererkaniya Sûriyeyê daxuyaniya xwe de îdîa kiribû ku yek ji balafirên beşdarî operasyonê bûne xistine, lê hikûmeta Îsraîlê ev îdîa red kiribû.

    Wezîrê Parastin a Îsraîlê Avigdor Liberman di dubare kirina hedef girtina balafirên Îsraîlê ya ji aliyê Sûriyeyê ve gefa îmxa kirina bataryayên parastina hewa yî xwaribû.

    Bi heman mijarî:

    McDonaldsê tweeta ku tê de ji Trump re gotîbû ‘genî' jê bir
    Dahata budceya Kirimê li gorî berê du qat zêde bû
    Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ji bo Kirimê bersiva Qesra Spî da
    Kirim 3yemîn salvegera ku bi Rûsyayê ve hat girêdan pîroz dike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirkarîkatûr