Kûpaya cîhanê ya FIFA 2018an

Kesên ku pasaporta wan a alîgiriyê hebe dê ji Kaliningradê bêpere biçine Moskowayê

Sputnik
Kalînîngrad
Lînkê kurt
0 0 0

Şûbeya Rêhesin a Rûsyayê ragihand ku wealtiyên rûsî û biyanî yên ku ku pasaporta wan a Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an hebe dê çend seferan bêpere ji Kaliningradê biçine Moskowayê

Kupaya cîhanê
© Sputnik / Anton Denisov
Hate diyarkirin ku bi tenê kesên ku ‘pasaporta wan a alîgiriyê' hebe dê ji vê xizmetê fêde bistînin.

Li Kaliningradê pêşbirkên grubê yên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an ên Brîtanya-Belçîka, Nîjerya-Xirwatya, Sirbistan-Swisre, Spanya û Moroko bêne lîstin.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Rogozin diyar kiribû ku ji bo alîgirên futbolê yên biyanî dê pasaporteke taybet were amadekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an dê di navbera 14ê Hezîranê û 15 Temûzê de li 11 bajarên cuda yên Rûsyayê were lidarxistin. Bajarên ku lîstik lê werin lidarxistin ev in: Moskow, Kalînîngrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nîjniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçî û Yekaterînburg. Pêşbirkên destpêkê û dûmahîkê dê li Stadyûma Lujniki ya li Moskowayê werin lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Dê li Rostov-on-Donê maçên Kûpaya Cîhanê li ser dîwarê sînemaya Bolşoyê jî bêne nîşandan
Sepana ‘Metroya Moskow' ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018an dê ji bo 5 zimanan were wergerandin
Di dema Kûpaya Cîhanê ya 2018an de li Volgogradê helîkopetereke tenduristiyê dê bixebite
Li Rûsyayê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018an alternatîfa otelan: Malên Seyyar
Aeroflot wê alîgiran bi 5 rûbleyî bibe pêşbirkên Kûpaya Cîhanê
Etîketan:
Metro, bêpere, FIFA 2018, Dmitriy Rogozin, Kaliningrad, Moskowa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de