01:27 18 Hezîran 2018
Çêlek

Ji çêleka ku cezayê îdamê lê hatibû birîn re efû derket

© Sputnik / Sertaç Kayar
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Bulgaristanê çêleka ku bi sedema dabezandina sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi kuştinê ceza kiribû efû kir.

Li gor nûçeya Focus Newsê 12ê Gulanê çêlekek ji nav sînorên Bulgaristanê derbasî Sirbistanê bûye û sînorên YEyê dabezandiye.

Çêleka bi navê Penka ji aliyê cotkarekî sirp ve hatibû dîtin û ew radestî Bulgaristanê hatibû kirin.

Bulgaristanê ji bo çêlekê biryara kuştinê derxistibû, dabazandibû û derbasî Sirbistanê bûbû re biryara cezayê kuştinê derxistibû, lê piştî ku li ser medya civakî helmeteke rizgarkirina çêlekê ji kuştinê hat destpêkirin Bulgaristanê ew çêlek efû kir.

Ajansa Qelîte û Kontrolê ya Bulgaristanê ragihand ku dê çêleka bi navê Penka radestî xwediyê wê bê kirin.

Li ser Change.orgê 25 hezar îmze ji bo rizgarkirina çêlekê hatibûn komkirin.

Etîketan:
çêlek, ye, Bulgaristan, Sirbistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de