22:20 18 Hezîran 2018
Pirtûkfiroş Medya

‘Ev 21 sal e bi hêviya ku hûnê rojekê werin li kıtêbên zarokan bipirsin ez sekinîme'

© Sputnik / Mevlut Oguz
Jiyan
Lînkê kurt
0 20

Xwediyê Pirtûkfiroşê Medyayê, Selahattin Bulut li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangî zarok û malbatên wan kir ku pirtûkên zarokan bikirin.

Xwediyê Kitêbxaneya Medyayê û nivîskar Selahattin Bulut li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li malbatên kurd kir ku pirtûkên zarokan bikirin.

Pirtûkfiroş Bulut bang li malbatan kir ku roja her Şemiyê bi destê zarokên xwe bigirin û serdana pirtûkfiroşî bikin ji bo wan pirtûkên kurdî bikirin.

‘EV BÎST Û SALEK E, LI KITÊBXANEYÊ, BI HÊVIYA KU HÛNÊ ROJEKÊ WERIN LI KITÊBÊN ZAROKAN BIPIRSIN EZ SEKINÎME'

Pirtûkfiroşê kurd Bulut bal kişande ser tinebûne elaqeya pirtûkên zarokan û diyar kir ku pirtûkên zarokan kêm çap dibin, kêm têne pirsîn û kêm tên firotin:

Bulut "Dixwazim ji we re tiştekî bêjim. Ji bo min pir muhîm e. Înşele wê ji bo we jî muhîm be. Ji roja ku min Medya Kitabevi ava kiriye û heta bi îro, —ev tam bîst û salek çê bû- kitêbên herî hindik eleqe dîtine kitêbên zarokan e. Hindik çap bûne, hindik sewal bûne, hindik hatine kirîn û hindik hatine firotin. Ev rewşa hanê dilê min diêşîne. Ev bîst û salek e, li Kitêbxaneya Medyayê, bi hêviya ku hûnê rojekê werin li kitêbên zarokan bipirsin ez sekinîme. Ma gelo miletekî dê û bavê wan ji zarokên xwe re çîroka nexwînin û zarok li ber serê xwe bi pirtûkên rûpelên wan vekirî re ranezên, ewê serê wî miletî ji derd û belan çawa xelas be. Ez dibêm ka werin rojên şemiyê bi destê zarokên xwe bigirin û werin pirtûkxaneya medyayê. Bila zarok vê rêyê hîn bibin ji bo ku sıberoj ew bi xwe werin."

Bi heman mijarî:

Ji pirtûkfiroşekî zêdetir, navendeke rewşenbîriya kurdî li Stenbolê: 'Medya Kitabevi'
Qeyûm piştî rakirina tabelaya Celadet Elî Bedirxan pirtûkên kurdî jî derxistin
Girtîgehê dest danî ser pirtûka Demîrtaş û çend pirtûkên kurdî
Du pirtûkên Serokwezîrê Emîrîtiyên Erebî bi kurdî derketin
Îran destûra çapkirina pirtûkên Kurdî nade
Li ser cîhana sanal fûara pirtûkên kurdî
Hejmara pirtûkên kurdî yên îsal hatine çapkirin
Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
Ji bo zêdekirina xwendina pirtûkên kurdî helmeteke nû
Etîketan:
Xwendin, Jiyan, Pirtûkxane, Pirtûk, Zarok, Selahattin Bulut, tirkiye, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de