01:24 18 Hezîran 2018
Albert Einstein

Lêkolîneke nû: Gelo têkiliya berçavkan û jîrîtiyê heye?

© AP Photo / John Lindsay
Jiyan
Lînkê kurt
0 20

Gelek caran mirov wiha fikirîne ku danîna berçavkan nîşana jîrîtiyê ye lê ev tişt ji aliyê zanistî ve nehatibû piştraskirin lê kesên wek Bill Gates û Albert Einstein bû mînakên vî tiştî ji ber herdu berçavkan datînin. Lêkolîneke nû îsbat kir ku têkiliya kêmbûna dîtinê bi jîrîtiyê re heye lê herwiha têkiliya wê bi kêşeyên tenduristiyê re jî heye.

Malpera ELLEyê ku pisporê navdaran e, lêkolîneke nû weşand û tê de diyar kir ku ew tiştê derbarê kesên berçavkan datînin de rast in ji ber ku hat îsbatkirin ku ji mirovên bê-berçavk jîrtir in.

Ew lêkolîn piştrast dike ku kêmbûna dîtinê girêdayî zêdebûnê jîrîtiyê ye ku lêkolînerên ji zanîngeha Edinburghê ya Skotlandayê li daneyên genetîk ên bêtirî 30 hezar kesên temenê wan di navbera 16-102ê de ne, hûr bûne û wan dîtiye ku ihtimal ku pêwîstiya kesên jîr bi berçavkan çêbibe, bi qasî 30% ji yên din zêdetir e.

Ji aliyê din ve, hat dîtin ku ew kesên berçavkan datînin, jîrtir in jî lê hat dîtin ku kêşeyên wan ên tenduristiyê yên din jî hene wek depresyon, kanser û qeyrana dilî.

Pisporê Pîrbûna Têgihiştinê û Epîdemolojiyê Dr. Gil Davis got ku ev lêkolîn mezintirîn lêkolîna genetîk e ku li peywira zanînê dike û gelek cudahiyên genetîk eşkere kirin ku beşdarî behreyên fikirînê dibin.

Bi heman mijarî:

Stranbêja zerik jî bû qurbana polîtîkaya 'bê-sermemik' a Instagramê
Neh karên ku xwediyên wan herî zêde xiyanetê li partnerê xwe dikin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Brîtanyayê li hemberî Rûsyayê cebhe girt
Wezareta Karên Dervê yê Tirkiyê bertek da berdana Salih Muslim
'Îdiayên ku dibêjin Rûsyayê midaxeleyê karên nava Amerîkayê kiriye, fantezî ne'
Wezîrên Karên Derve yên YEyê li ser mijara Efrînê civiyan
Etîketan:
jîrîtî, zîrektî, berçavk, zanîngeha Edinburghê, Gil Davis, Albert Einstein, Bill Gates, Skotlanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de