22:18 18 Hezîran 2018
Jin û mêr

Neh karên ku xwediyên wan herî zêde xiyanetê li partnerê xwe dikin

© Foto : Pixabay
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Gelek astên cuda yên xiyaneta hevseran(partner) hene ku sedemên wan jî cuda ne û heta hinek delîl hene nîşan didin ku mirovên zîrek bêtir meyildarên xiyaneta hevserê xwe ne. Malperekê rapirsînek bi bikarhênerên xwe re pêk anî û 9 pîşeyên herî zêde xiyanetê dikin, eşkere kirin.

Malpera Ashley Madisonê ya alîkariya hevseran di çareserkirina kêşeyên nevbera xwe de dike, lêkolîneke nû pêk anî û li gorî daneyên wan weşandin, kesên xwediyên pîşeyên tabet, meyla wan bêtir e ku di têkiliyên xwe de ne dilsoz bin.

Ew lêkolîn bi 1074 endamên wê malperê re hatibû kirin û ji wan hatibû xwestin ku agahiyan derbarê pîşe û karê xwe de binivîsîn.

Li gorî wê lêkolînê, 9 pîşe an jî karên ku xwediyê wan herî zêde xiyanetê li hevserê xwe dike wiha ne:

1. Huner û aheng: 4% ji jinên van karan dikin xiyanetê li hevserên xwe dikin lê rêjeya xiyanetê di nav zilaman de 3% ye.

2. Hiqûq: 4% ji jinên ku parêzerê dikin, xiyanetê li hevserê xwe dikin û zilam jî bi heman rêjeyê xiyanetê dikin anku ew jî 4% ne.

3. Bazirganî û îhalekarî: 4% ji jinên ku karên bazirganî û avahîsaziyê dikin xiyanetê li hevserê xwe dikin lê 29% ji zelamên vî karî dikin, xiyanetê li hevserê xwe dikin ku ev jî bilindtirîn rêjeya xiyanetê di nav pîşeyan de ye.

4. Bazarkarî û telekomunikasyon: 4% ji jinên vî karî dikin xiyanetê dikin û 6% ji zelaman jî xiyanetê dikin.

5. Bazirganî pelateyê: 9% ji jinên di dikanên pelateyê de vî karî dikin, xiyanetê li hevserê xwe dikin û rêjeya xiyanetê di nav mêran de 8% ye.

6. 9% ji jinên xiyanet li hevserê xwe dikin, karên civakî dikin lê tenê 2% ji zelamên vî karî dikin xiyanetê dikin.

7. Fînans: 9% ji jinên vî karî dikin, xiyanetê li hevserê xwe dikin û rêjeya xiyanetê li ba zelamên vî karî dikin jî 8% ye.

8. Perwerde: Mamostetî pîşeya duyem e ji aliyê xiyaneta li hevseran ve ku rêjeya wê li ba jinan 12% ye lê li ba zelaman jî 4% ye.

9. Bijîşkî: Jinên ku bi karê bijîşkiyê ve mijûl dibin di rêza yekem de ku 23% ji wan xiyanetê li hevserê xwe dikin lê zelamên ku bijîşkî û peristgariyê dikin û xiyanetê dikin, tenê 5% ye.

Bi heman mijarî:

Stranbêja zerik jî bû qurbana polîtîkaya 'bê-sermemik' a Instagramê
We şîrê çirçirkan vexwariye? Hîn bibin bê tiştekî çawa ye
Etîketan:
bijîşkî, hevser, jin, xiyanet
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de