09:48 23 Hezîran 2018
Keremê Tahar Gerdenzerî

Hevjîna Kerem Gerdenzerî, Svêtlana Qûlî çû ser dilovaniyê

© Foto : Wêneyên ji arşîfa Keremê Tahar Gerdenzerî
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Hevjîna hunermendê Kurd Kerem Gerdenzerî ku wek pîrê rocka kurdî tê zanîn û damezirînerê yekem koma rock a kurdî Koma Wetan e, li Fransayê çû ser dilovaniyê.

Kurê Gerdenzerî, Rizgan Gerdenzerî ragihand ku dayika wî Svêtlana Qûlî li nexweşxaneya Tours a Fransayê 27ê Gulanê çûye ser dilovaniyê.

Li ser wefata Svêtlana Qûlî ji aliyê hunermend, nivîskar û kesayetên kurd ve ji bo malbata Kerem Gerdenzerî li ser torên medya civakî peyamên sersaxiyê hatin weşandin û xema malbatê hat parvekirin.

Hat zanîn ku dê şîna Svêtlana xanim li bajarê Tours ê Fransayê be.
Etîketan:
Wefat, Svetlana Quli, Kerem Gerdenzerî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de