03:14 18 Hezîran 2018
rejîm-

Tewsiyeke hikûmî: Divê kesên ziktilêr derengtir biçin karê xwe

© AP Photo / Kirsty Wigglesworth
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya Independentê ya brîtanî, şêwirmendên hikûmetê tewsiye kiriye ku divê karder an jî xwediyê karan demên karî li gorî xebatkarên xwe yên ziktilêr an jî qelew eyar bikin û baştir e ku kesên qelew derengtir biçin karê xwe.

Li gorî wê tewsiyeyê, tê xwestin kesên ziktilêr dereng werin kar da ku dema ji karî vegerin, bi anksiyet, nîgeranî û cudakariyê nehisin, ji ber gelek kes di wê saetê de derdikevin.

Wê tewsiyeyê pêşbîn kir ku kesên qelew li Brîtanya, Wales û Skotlandayê gelekî zêde bibin û di encamê de Brîtanya bibe qelewtirîn welatê Ewropayê.

Pof, Stephan Bevan li peymangeha Karderî ya Kongreya Ewropayê li Viyanayê derbarê qelewbûnê de axift û got, "gelek kesên qelew ji geşt û çûnûhatinên bi navgînên giştî nîgeran dibin û dixwazin li malê bixebitin da ku ji ber tilêra zikê xwe şermezar nebin."

 

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê Celadê qelew ê DAIŞê girt
Xwaringeha taziyan dê pêşwaziya kesên qelew neke
Televîzyona Misrê qedexe danî ser pêşkêvanên 'qelew'
Etîketan:
ziktilêr, tilêr, zik, qelew, Wales, Skotlanda, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de